Çemê di nav Geverê de derbas dibe nexweşiyan belav dike

  • 09:03 26 Nîsan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
COLEMÊRG - Çemê di navenda Geverê de derbas dibe û diherike Ava Zapê, nexweşiyê belav dike. 
 
Gel ji bo çemê ev 25 sale nehatiye paqijkirin çareseriyê dixwaze. Li Gever a Colemêrgê ev 25 sale çemê di navendê de derbas dibe nayê paqijkirin û tenduristiya gel tehdîd dike. Çemê ku gel li ber seyranê dike van rojan qirêjî û nexweşiyê belav dike. Çemê ku yek ji baskê sereke yê Ava Zapê ye piştî bendav ziwa bûne şûnde ava laximê jê diherike. 
 
Ji bîhna kes nikare derbas bibe 
 
Çem ji ber çop û vekişînê û her wiha ji ber ava laximê nexweşiyan belav dike û ji ber bîhna ne baş kes nikare ji ber derbas bibe. Esnafên navçeyê diyar kirin ku ew her tim pirsgirêkê tînin ziman û nikarin paceyên xwe jî vebikin. Welatiyan bi lêv kirin ku divê demildest çem bê paqijkirin.