Ji ber sersariya qeyûm bîhna nexweş ji taxên farqînê tê

  • 09:04 18 Nîsan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
 
AMED - Li taxa tekelê ya Sîlvanê rêyên ku robar di wan re derbas dibe û av li wan kom bûye ji ber ku ji aliyê şaredariyê ve nayên paqijkirin, bi gelaşê hatine dagirtin û tendirustiya gel dixin xeterê.
 
Navçeya Farqînê ya Amedê pitşî ku qedexeya derketina kolanan lê hat îlankirin û şûnde bi talan û hişweşînê re rûbirû hat hiştin. Herwiha şaredariya navçeyê jî şaredariya ku di serî de qeyûm tayînî wê hatiye kirin e. Her ku qeyûm tayînî şaredariya navçeyê hatiye kirin û şûnde ji navçeyê re tu xizmet nehatiye kirin û navçe bi qedera xwe re rûbirû hatiye hiştin.  Ji ber paqijiya ku nayê kirin û bîhna nexweş ku belav dibe tendirûstiya welatiyan di xeterê de ye. Welatiyên ku bertek nîşanî vê rewşê dan diyar kirin ku piştî îlankirina qedexeya kolanan a li taxên Tekel, Mescît û Konakê bi taybetî ji aliyê şaredariyê ve li van taxan tu paqijî nehatiye kriin. Welatiyan diyar kir ku gelaşa li taxan nayê komkirin û ji ber gelaşa ku li rêyên robar di wan re derbas dibe kom bûye ji bêhna nexweş kesek nikare di van taxan re derbas bibe.
 
Li rêyên ku robar di wan re derbas dibe ji ber ava ku kombûye û bi gelaşê tijî ye tendirûstiya welatiyan di xeterê de ye.