Selma Atabey: Heta daxwazên me pêk neyên wê çalakî bidomin

  • 09:06 13 Adar 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
Oznûr Deger
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey 14’ê Adarê Hefteya Tipê nirxand û got di 14-15’ê Adarê de wê 2 rojan çalakiya kar berdanê pêk bînin û banga piştevaniyê li gel û rêxistinên demokratîk kir. Selmayê da zanîn ku daxwazên wan pêk neyên wê nîqaşa ku bêdem dest ji kar berdin, bikin, ji ber kêr gihiştiye hestî û derbas kiriye.
 
14’ê Adarê Cejna Tipê ye û demek nêz jê re maye. Kedkarên tenduristiyê di 1’ê Adarê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê bi şiara ‘Ked ya me gotin ya me’ di 14-15’ê Adarê de greva kar berdanê ya du rojan pêk bînin.
Hevseroka Sendîkaya Kekdarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabey der barê binpêkirinên man ên li heber kedkarên teduristiyê de axivî.
 
‘Nexweş wek muşterî tên dîtin’
 
Selmayê balkişand ser krîza cidî ya du sale di qada tenduristiyê de tê jiyîn û got: “Bi bernameya veguhestina bi tenduristiyê de hêza kedê ya erzan hatiye tahsîkirin û bi vê xizmet tê dayîn. Nexweş wek muşterî tên dîtin. Qadên tenduristiyê jî ji sermayedaran re tên tahsîskirin.Van şert û mercan jî ji bom e pêvajoyek zehmet  afirand. Ev du sale bala her kesî li xizmetên tenduristiyê ye. Me jî bi awayekî herî bilind îfade kir. Me tenê pirsgirêkên xwe neanîn ziman. Me zor û zehmetiyên ku gel dijîn jî îfade kir.”
 
540 hevalên me jiyana xwe ji dest dan
 
Selmayê got di demên dawî de hewl tê dayîn nêrîna ‘di 5 deqeyan de dermankirin’ bê runiştin û got di 5 deqeyan de xweîfadekirin ne pêkane û wiha daxuyand: “Di ve mijarê de xizmetên tenduristiyê bi astengiyên cidî re hatin rû hev. Gel bi telefonê hewl didin randevuyê bigirn û 3-4 meh şûnde randevuyan didin. Di du salên dawî de 540 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber tedbîrên nehatin girtin jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘Naxwazin çareser bikin’
 
Selmayê bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û got wezareta tenduristiyê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê nedîtine û înkar kirine. Selmayê destnîşan kir ku naxwazin ku pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê çaresser bikin û got wek SES'ê li dijî vê her tim têkoşîn dane û got: “Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan gotinên ku bijîşk hedef digirt dikir û digot ‘Ez aşkera dibêjim. Diçin bila biçin.’ Ev gotin ne tenê ji bo bijîşkan bû. Ji bo hemû kedarên tenduristiyê bû. Ji gel re jî xwestin bêjin ‘Hun dimrin jî bimrin’." 
 
‘Em dikarin bêdem dest ji kar berdin’
 
Selmayê got di 6’ê Kanûnê, 15’ê Kanûnê û 8’ê Sibatê de bi giştî sê caran greva hişyariyê kirine û got:  “Em di Cejna Tipê ya 14’ê Adarê de ji bo pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê bînin ziman du rojan dest ji kar berdidin. Em dixwazin demildest pirsgirêk çareser bibin. Ev pirsgirêkek esas e. Pirsgirêkên me hene.  Di 14 û 15’ê Adarê de ji bo nexweş mexdur nebin wê beşên lezgîn û diyalîz vekiribûn. Me digot kêr gihiştiye hestî lê êdî kêrê hestî derbas kiriye. Em bang li hemû rêxistinên girseya demokatîk, siyasetmedar û gel dikin ku piştgiriyê bidin me. Peyama me zelale. Em gelê xwe yê li Enqereyê sibê saet di 12’an de dipên ber peykerê li ber Nexweşxaneya Hacetepeyê. Em bi hev re têbikoşin em ê biserkevin.”