Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin

  • 14:08 9 Adar 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
ENQERE - Rêxistinên pîşeyî û kedê yen tenduristiyê, diyar kirin ku şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e û banga aştiyê kirin. 
 
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekitiya Diransazên Tirk (TDB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Civakî (SES), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê yên Şoreşger (Dev-Tenduristî-Îş), Komeleya Hemşîreyên Tirk (THD), Komeleya Psîkologên Tirk (TPD), Komeleya Hemû Teknîsyen ên Radyolojî û Teknîsyen û Komeleya Kedkarên Civakî, derbarê şerê Ûkrayna û Rûsyayê de daxuyaniyeke nivîskî dan. 
 
Rêxistinan, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê hemû dinya bedêla bêberpirsyariya lîderan bide û ev tişt gotin: "Şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e. Li gorî Peymanên Cenevreyê û Prensîbên Navneteweyî, divê bêalîbûna tibbê  neyê paşguhkirin. Li gorî mafê mirovan divê rêz ji hemû komên pîşeyî yên tenduristiyê re rêz bê girtin. Peywira me hemû komên pîşeyî, ked û tenduristiyê parastina tenduristiya civakê û têkoşîna li dijî qêrijiya hawirdorê ye. Em radigihînin ku em piştevaniya hemû gel û hempîşeyên xwe yên ku bûne mexdûrên vî şerî dikin û bang li hem û aliyan dikin bi awayekî lezgîn şer rawestînin."