'Dermankirina jineolojîk jiyanê xilas dike'

  • 09:03 29 Kanûn 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
ENQERE - Dr. Saîme Kiş balkişand ser cureyên nexweşiyên ku jin pir zêde dijîn û got dermankirina bi rêk û pêk jiyanê xilas dike.
 
Demên dawî de nerehetiyên jinan yên wekê pençeşêra malzarokê û nerehetiyên vajînal yên jinan zêde bûne.  Tevî ku tê daxwazkirin ku aşiya HPV ya pêşî li nexweşiyên pençeşêra malzarokê û gelek nexweşiyên jinan yên din digire, bila bê pere bê kirin jî, wezareta tenduristiyê di vê mijarê de bêdengiya xwe didomîne.  
 
Pisora Welîdînê û Nexweşiyên Jinan Dr. Saîme Kiş der barê mijarê de nirxandin kir û balkişand ser cureyên enfeksyona vajînal û der barê rêbaza dermankirina rast a nexweşiyên jinan de agahî da.
 
Saîmeyê destnîşan kir ku dema tenduristiya jîneolojîk tê gotin tenê nexweşî û pirsgirêkên der barê organên welîdînê de tê hişê mirovan û got jin di van nexweşiyan de zû zû naçin doktor û wiha pê de çû: “Di vê rewşê de divê mirov zû tevbigerin. Dermankirina jineolojî jiyanê xilas dike.”
 
‘Rêbazên hîjyenê yên şaş’
 
Saîmeyê bi lêv kir ku ji bikaranîna antîbiyotîkê heta pêkanînên şaş yên hîjyenê gelek tişt bandor li hawira xwezayî ya vajînayê dike û dibe sedema avabûna enfeksiyonê û got enfeksyona vajîlan jî du cureyên wê hene û got: “Ev yek bi riya zayendî dertê holê ya duyem jî enfeksyonên mantarê ne. Ji 3’yan yek jin teqez carekê enfeksiyona vajînal dijîn. Enfeksiyona vajînal, vajînoz bakteryal û enfeksyona Trîchomonîasîs hene. 
 
Di enfeksyona vajînal mantar de bikaranîna antîbiyotîkê dikare enfeksiyonê zêde bike. Nîşaneyên wê xwirîn e. Bi dermanên wek fîtîl dikare bê dermankirin.
Vajînoz bakteriyal: Bakteriya herî zêde bi jinan re tê dîtinê ye. Nîşaneya wê ya herî sereke bîhna bi avî re dertê holê ye. Di dermankirinê de dikare çend derman antîbiyotîkên cuda bên bikaranîn.
 
Thrîchomonîasîs: Bi riya têkiliya zayendî derbasdibe. Ji vajînayê aveke bi bîhn tê. Ev nîşaneya wê ya herî berbiçav e. Dermanên wek antîprotozoal tên bikaranîn.
 
Atrofik vajinit: Ji enfeksiyonekê pêk nayê. Dema mijandin an jî piştî menopozê di asta jêr a hormonan de dikare derkeve holê. Krema vajînal dikare bê bikaranîn û dermankirina hormonal dikare bêkirin."
 
Saîmeyê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo parastina ji HPV’ê rêbazên aşî, kondom û rêbazên dermankirin û kontrolê gelek girîng in û got aşî ne ji bo dermankirinê ye ji bo pêşî girtinê ye û niha di piyasayê de du tîp aşî hene û ya yekem Kuadrîvalan HPV ye û got: “Ji ber li Tirkiyeyê ev aşî bihaye em testa pap smear pêşniyar dikin. Bi vê testê re kontrol dikarin li navendên tenduristiyê bên kirin.”