Dermanên pençeşêrê tune ne: Em du car tên cezakirin

  • 09:05 25 Kanûn 2021
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Demên dawî de li dermanxaneyan dermanên nexweşiyên pençeşêrê nayên dîtin û ji ber ku gelek biha tên firotin, welatî bi gazincin. Jinên nexweşên pençeşêrê der barê mijarê de axivîn û gotin: “Dewlet dibêje pere û sîgorte hebe tu dikarî bijî.”
 
Li Tirkiyeyê pirsgirêka dermanan roj bi roj zêde dibe û li gorî daxuyaniyên tên kirin li piyasayê hejmara dermanên nayên dîtin gihiştiye hezarî. Saziya Ewlehiya Civaki (SGK) 52 dermanên din ji lîsteya şûnde razandinê derxist û welatiyên rewşa wan ya aborî nebaşe di xwegîhandina dermanan de pirsgirêkên mezin dijîn. Bi taybet nexweşên pençeşêrê di rewşeke zehmet de ne. 
 
Fîrma hilberîner: Wê demek dirêj neyên derxistin
 
Dermanê IDAMEN IV ku nexweş nikarin bibînin û dema dibînin jî bi pereyekê zêde tê girtin, yek ji dermanên sereke ye. Nexweşên pençeşêrê ev derman demên dawî de nedîtin û li ser vê me ji 30 dermanxaneyên Enqereyê pirsî.  Her dermanxaneyê jî got "Di destê me de tune".  Me xwe gîhand fîrmaya ku derman çêdike. Rayedarên fîrmayê da zanîn ku demek dirêje ev derman tune, di fîrmaya wan de jî tune. Her wiha rayedar da zanîn ku ji vir şûnde wê demek dirêj ev derman neyê hilberandin û li tu dermanxaneyê jî nayê dîtin.
 
Piştre me li ser hesabên medyaya dijîtal "Yên dermankirina pençeşêrê dibînin û dermanên xwe nabînin hene?" parve kir û piştî vê gelek kesî gotin heman pirsgirêkê dijîn. Jinên nexweşê pençeşêrê di vê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Me pirsgirêk nejiya bû’
 
Sultan Gozde Ozdemîr saleke tedawiya pençeşêra memikan dibîne û got heta tîrmeha sala pêş wê dermankirin bidome û wiha dirêjî dayê: “Xezûrê min jî saleke pençeşêra kolonê ye. Dermankirina kezebareş dibîne. Dermanên ew digire hem dermanên kezebareş û hem jî ya kolonê ye. Ya ez bikar tînim ya pençeşêra memikan e. Min kemoterapît jî dît. Ji ber vê jî min dermanên klasîk yên pençeşêrê û dermanên demên dawî de derketin bikar dianîn. Pêvajoya dawî de ne tenê dermanek, em gelekan bikar tînin. Me di dîtina dermanan de pirsgirêk nejiya bû.”
 
‘Ev pêvajo girêdayê aboriyê ye’
 
Gozdeyê destnîşan kir ku herî kêm sê rojan li bendê derman diman û li her dermanxaneyên her derman tunebû, lê  kesên rewşa wan ya aborî nebaşe nikarin yek bi yek li dermanxaneyan bigirin û wiha axivî: “Li gorî prosedurê herî zêde em sê rojan dipan. Carna em diçin dermanxaneyê dibêje tune lê ji ber derfetê me heye em diçûn yên din. Bêguman ev rewş girêdayê rewşa aboriye. Hinek nexweş li gorî hefteyan kemoterapî dibînin. Mînak 6 mehan tê girtin ji bo 6 mehên din divê mirov bimînî. Wê demê jî tiştek wisa hat serê me. Xezurê min SGK’iye û wezareta tenduristiyê erêkirina derman ji ber dermankirina 6 mehên ewil qedya bû betal kir. Ji bo dermanê duyemîn em wê demê neçar man li bendê erêkirina wezareta tenduristiyê bimînin.”
 
‘Biha li gorî dermanxaneyan diguhere’
 
Gozdeyê bi lêv kir ku ew ji ber di bankayê de dixebite  ji sîgorteya taybet û sindoqa teqawîtbûnê fêdeyê digire û yên ku sîgorteya taybet nade jî BAGKUR dide. Gozeyê ev tişt anî ziman: “ Ji ber vê lihevkirinek dermaxaneyê bi sindoqa teqawîtbûnê re tunebe, dibêje tu derman bixwazî tuyê bi pere bigirî, ez ê fatureyê bidim te, pere ji karê kar bigirin. Yanî pereyê we wê demê hebe hun dikarin bigirin tunebe hun nikarin bigirin. Sîgorte tunebe ne pêkane ev derman bên girtin.  Her dermanxane wek hev nade. Dermanxaneyek bi hezar TL ya din dikare bi 3 hezarî bifroşe.”
 
‘Du car têm cezakirin’
 
Oznur Akyol ya ji 2018’an heta niha dermankirina pençeşêra mesaneyê dibîne, got kesên nexweşên pençeşêrê yek dermanekî bikar naynin û ji bo kemoterapiyan dermancên cuda, ji bo pençeşêrê dermanên cuda bikar tînin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber di dermankirina min de derman nayê dîtin ez derbasî dermankirina îmmunoterapî bûm.  Bi nexweşiyê re ez du car hatim cezakirin. Ez xwe wisa hîs dikim.”
 
‘Pere hebe mirov wê bijîn’
 
Oznurê destnîşan kir ku dermanên kemoterapî yên pençeşêra mesaneyê raste rast ji damarê tê dayîn û ji ber li ser hucreyên bi lez zêde dibin bi bandorin, dermanên kemoterapî gelek girîngin û wiha berdewam kir: “Ez di dîtina dermanê Mîtomycîn-C de zehmetiyan dikşînim. Ji ber sîgorteya min heye ez di koma bi şans de me. Mixabin sîgorte hebe jî li Tirkiyeyê pêajoya bendewarbûnê ya kar û barê belgeyan dirêje. Ji bo her demê divê cuda cuda serî li SGK’ê bê dayîn. Carna dibêjin dermankirin qeyda û dermanan erê nakin, betal dikin. Dewlet dibêje pereyê te hebe tu yê bijîn.”
 
‘Destê me de ev derman nema’
 
Berna Uysal jî ji sala 2019’an heta niha nexweşa pençeşêra gurçikane destnîşan kir ku tevî di lîsteya SGK’ê de ye jî hinek dermanên gelek girîgin di piyasayê de tune ne û ev du sale her tim  dermanan bikar tîne. Bernayê got piştî doktor dermanê Cabometyx daye şûnde bikar aniye û wiha dawî lê anî: “Min mehekê bikar anî piştre min li dermanxaneyan nedît. Ez çûm nexweşxanê kesên din jî gotin derman nabînin. Li dermanxane û depoyan ev derman tunebû. Gotin derman destê me de nemaye. Ez teqawîtim. Bi derfetên xwe nikarim ji derveyê welat bînim. Divê dewlet ji vê re çareyekê bibîne.”