‘Vîrus neqedyaye, tedbîr qels in, aşîkirin qels e’

  • 09:50 5 Kanûn 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
ENQERE - Doç Dr. Denîz Erdogdu, diyar kir ku hewayeke ku wekê vîrus qedyaye tê afirandin û got tedbîr qelsin û hejmara aşîbûnê jî qels maye.
 
 Li Tirkiyeyê di ser tespîtkirina vîrusa korona (COVÎT -19) re 20 meh derbas bû. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û rojê nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest didin. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên vîrusê tên nîqaşkirin û piştî varyanta Delta şûnde varyanta Omîcron jî derket holê û rîskên cidî dihewîne. Omicron ewil li Başurê Afrîkayê derket holê. Piştre li Avustralya, Belçîka, Botsvana, Îngîlîstan, Danîmarka, Fransa, Almanya, Hong Kong, Israîl, Îtalya û Holandaye hat dîtin.  Li gorî daxuyaniya wezareta tenduristiyê hîna li Tirkiyeyê Omîcron nehatiye dîtin lê gelek welatan sînorkirina gerê anîn. 
 
 Endama Konseya Navenda Yekitya Tabîbên Tirk (TTB) Doç Dr. Denîz Erdogdu der barê varyanta nû û polîtîka vîrusê de axivî.
 
Denîzê diyar kir ku wekê ku kovîd qedyaye nîşan didin û got: “Wezareta tenduristiyê di mijara ku wekê qedyaye nîşandanê de serkeftî ye lê mixabin di polîtîka û pêşîgirtinê de ne serkeftî ye. Di dîtina aşiyê de di dîtina derman de û asta yekem a tenduristiyê de Tirkiye qels maye.  Her hefte em hezar hezar û 500 welatî ji ber kovîdê winda dikin. Ev rewşek cidî ye.  Bi sûcdarkirina gel pêvajoya pandemiyê nikare bê birêvebirin.”
 
‘Varyanta nû xetertir e’
 
Denîzê daxuyakirin ku gelek cureyên varyanta kovîdê hene û di demê de vîrus xwe diguhere û çiqas derbasî mirovan bibe evqas cureyên varyantê dertên holê. Denîzê got: “Îngîlîstanê Aflfa, li Başurê Afrîkayê Beta, li Brezîlya Gamma, li Hîndîstanê Delta hat tespîtkirin. Ya dawî jî Omîcron li Afrîkayê derket. WHO ji ber bandorên varyanya Omîcron rewşê bi fikar dibîne û li seranserê cîhanê rîska ji Omîcron dertê bilind e. Niha li Cîhanê hezar kes pê ketine. Ev jî me dike fikaran. Ya baş ev e ku bi testa PCR ev bê testkrin. Rewş li gorî min cidî ye. Lê Tirkiye cidî nagire. Daxuyaniya ku wezareta tenduristiyê daye  kêm e. Ji ber li vê varyantê nagere wê neyê dîtin. Mixabin Tirkiye vê rewşê cidî nagire.”
 
‘Daneyên wezaretê rastiyê nîşan nadin’
 
Denîzê got ji sedî 10’ê nifûsa Tirkiyeyê korona derbas kiriye ji 8 hezarî zêdetir kes bi vê vîrusê ketine û daneyên tên aşkerakirin jî ne rastin.  Denîzê wiha destnîşan kir: “Tabloya têkoşîna li dijî vîrusê pir nebaş e. Kedkarên tenduristiyê di vê pêvajoyê de gelek xesar dîtin. Me di 24 saetên dawî de 6 xebatkarên tenduristiyê windakirin. Windahiya xebatkarên tendursitiyê derket 500’î. Nêzî 165-170 doktorî jiyana xwe ji dest da. Ev jî cidiyetê pir baş datîne holê. Aşîkirin pir qels bûye. Rojekê de dikare milyonek û nîv aşî bên kirin. Her wiha tedbîr gelek qellsin. Divê ji bo her kesî maskeyên bi kalîte û bê pere bê dayîn. Li fabrîka, kargerî û wesayîtên veguhestinê divê tedbîrê hewayê   bên girtin. Ji ber tedbîr gelek qelsin. Divê tedbî bi rêk û pêk bên kontrolkirin. Divê li fabrîkayan derbasî pergala bi vardiya bibin.”