Li Dîwandereyê pêşangeha wêneyan hat vekirin

  • 14:04 19 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşangeha şêwekarî ku bi taybetî ji wêneyên pênûsa risas ên hemû jinên şêwekar pêk tê li Dîwandereyê hat vekirin. Mamosteya hunerê Zihûre Lutfî wiha got: “Berhemên vê pêşangehê der barê jin, zarok û ajalan de ne.”
 
Pêşangeha şêwekarî ya jinên ji wêneyên jinên şêwekar pêk tê li mala Hunermendên Dîwandereyê hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên xwendekarên hunerê yên jin ên bi navê Haniye Şukrî, Franku Ferecî, Şayeste Feyzî, Adiye Sehrabî, Şehla Nûrî û Arî Pûzîş cih digrin.
 
‘Huner dikare pencereyek nû ji jiyanê re veke’
 
Mamosteya hunera şêwekarî Zihûre Lutfî ya ji NÛJINHA'yê re axivî û beşdarî pêşangehê bûye wiha got: “Ji zarokatiyê ve ez ji şêwekariyê hez dikim. Heft salan bi awayekî pîşeyê min dest bi xêzkirina wêneyan bi pênûsa reş kir. Her wiha ev salek e bi vê şêwazê dersê didim xwendekaran. Mijara sereke ya van berheman piranî jin, zarok û ajal in. Em girîngiyek taybet didin wêneyên portre û anatomiya bedenê. Armanca vê pêşangehê anîna jinan a ji bo qada hunerê ye. Ji ber huner dikare pencereyek nû ji jiyanê re veke. Heta niha tu berpirsek ji bo serdana pêşangehê nehatiye, ez di wê hêviyê de me zêdetir, xelk zêdetir hunermendan nas bike û piştevaniya hunerê bike.”