Ji bo pençeşêrê teşhîsa zû jiyanê xilas dike

  • 09:11 9 Mijdar 2021
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Pisporan diyar kirin ku di pençeşêra hêkdankê de teşîsa zû jiyanê xilas dike û ligel vê jî tespta genetîk gelek girîng e.
 
Pençeşêra hêkdankê di civakê de bi navê ‘kujerê bêdeng’ tê nasîn û ev cureyê pençeşêrê jiyana jinan dike xetereyê. Ji her 80 jinî yek bi nexweşiya pençeşêrê ya hêkdakê dikeve û ji ber piranî nexweş di astên derengketî de ferq dikin, dermankirina wê jî zehmet dibe.  Di vê nexweşiyê de teşîsa zû gelek girîng e û têkoşîna bi nexweşiyê re jî hêsan dike.
 
'Teşîsa zû girîng e'
 
Pençeşêra hêkdankê yek ji nexweşiyên ku bi jinan re tê dîtin û rê li ber mirinê vedike ye. Ev nexweşî piranî piştî temenê 50’yî tê dîtin û ligel vê di her temenî de dikare derkeve. Piranî nexweş ji ber di astên derengketî de ferq dikin, dermankirina wê zehmet dibe. Ji ber vê pêvajoya dermankirinê dereng dimîne. Wek cureyên din di vê cureyê de jî teşîsa zû pir girînge.
 
Nîşane çi ne?
 
Ji bo nexweşî bê ferqkirin beden beriya wê alarmê dide. Mînak, werimîna zik, bêhezmî, gaz, lihevketina dil an jî vereşîn, bê îştahî û zû têrbûn, êşa zik,  derneketina îdrarê,  di roviyan de nerehetî, xwînîbûna vajînayê, di roviya qalinde xwînîbûn û her wekê din tên dîtin.
 
Bi taybet piştî menpozê divê jin  baldar bin
 
Bi taybet piştî menopozê ger ku jin bi van nerehetiyan re bên rû hev divê biçin li nexweşxanê kontrolek berfireh bikin. Her wiha doktor diyar dikin ku ji bo teşîsa zû kontrolên jînekolojîk yên salane divê bên kirin.
 
Teşîsa teqez bi emelyetê tê danîn
 
Teşîşa pençeşêra hêkdankê bi dermankirina jînekolojîk û nirxandina utrasongorafî dest pê dike. Piştî menopozê, di herêma hêkdankê de hebûna girseyekê û di zik de kombûna avê, gumana pençeşêra hêkdankê xurt dike. Ligel vê teşîsa teqez bi emelyetê tê danîn. Di dermankirinê de faktora herî girîng, kalîte û çarçoveya emelyata ewil e. Di emeleyetê de armanc ev e ku divê tumor neyê hiştin. Li gorî hinek lêkolînan nexweşên ku tumor lê nehatine hiştin biser dikevin. Jİ ber vê jî di emeleyetê de ne tenê hêkdank û hêk, hemû cihên ku tumor lê belav bûye, tên derxistin. Piştî dermankirina cerahî li gorî astê biryara kemoterapî tê dayîn.
 
 Testên genetîk girîngin
 
Pispor baldikşînin ser testa genetîk û dibêjin ku divê serî li doktor bê dayîn. Yên di malbata wan de nexweşiya hêkdankê bi wan re derketî hebin, divê  testa genetîk bikin. Pispor diyar dikin ku beriya test bê kirin divê ji doktoran der barê vê de agahî bigirin. 
 
Divê sebze zêde bê xwarin
 
Di gelek xebatên ku pisporan kiriye de, jinên zêdetir bi sebze xwedî dibin, li gorî jinên din kêmtir bi nexweşiyê ketine.  Yekitiya Pençeşêrê ya Amerîkayê, xwarineke dewlemend a ji cureyên sebzeyan pêşniyar dikin. Rojane divê herî kêm 5 porsiyon sebeze û fêkî bê xwarin,goştê sor yê bi rûn bi sînor bê xwarin.