Kedkarên tenduristiyê di nava çalakiya ‘ked a me gotin a me’ de ne

  • 09:07 1 Mijdar 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
ENQERE - Kedkarên tenduristiyê ku di pêvajoya pandemiyê de di nava şertên giran de xebitîn, carek din mafên xwe anîn ziman. Kedkarên tenduristiyê di serî de ji bo Covid-19 wek nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin, ji bo gelek daxwazên xwe wê  heta 27’ê mijarê bi dirûşma ‘ked ya me, gotin ya me’ çalakiyan pêk bînin.
 
Di ser vîrusa koronayê ku hat Tirkiyeyê  19 meh derbas bû.  Di vê pêvajoyê de 8 mîlyon tespît hat derbaskirin û Tirkiyeyê di rêza 6’an de cih girt. Her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî 70 hezar derbas kir. Bêguman vê pêvajoyê kedkarên tenduristiyê di bin şertên giran de xebitîn. Li gorî TTB’ê di pêvajoya pandemiyê de 489 kedkarê tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Endama Komîsyona Tenduristiya Jinê û Hekîmtiya Jinê û Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Dr. Ayşe Ugurlu û endama Konseya  Navenda TTB’ê Doç Dr. Denîz Erdogdu ji ajansa me re axivîn.
 
‘Pêvajoya herî giran kedkarên tenduristiyê jiyan’
 
Dr. Ayşe Ugurlu got ji destpêka vîrusê heta niha  koma herî giran pêvajo jiyaye kedkarên tenduristiyê bûne û got: “Bijîşk, hemşîre, teknîsyen û xebatkarên tenduristiyê raste rast bi covîdê re têkoşiyan. Nobet zêde bûn, xebatên fîlyasyonê, pereyê soz hat dayîn ku bê dayîn, nehatin dayîn, rê li ber têkçûna kedkarên tenduristiyê vekir. Kedkarên tenduristiyê bi awayekî daxwazên xwe îfade kirin. Me wek TTB û ATO bi kedkarên tenduristiyê re têkoşîn meşand.”
 
 
‘Wezaretê îfadeyên ne zelal bi kar anî’
 
Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Wezareta tenduristiyê di mijara rêvebirina pandemiyê de qels ma. Wezaretê di mijara mirina de her tim îfadeyên ne zelal bi kar anî. Gelek kesî tevî ku ji covîdê mirin weke ku ji nexweşiyên din mirine hatin kodkirin. Gotin wê pereyê pêvek bidin lê nedan her kesî. Hinek bijîşk girtin, kedkarên din negirtin. Di temînkirina ekîpmanan de pirsgirêkên cidî hatin jiyîn.”
 
‘Li 130 welatî nexweşiya pîşeyî tê hesibandin’
 
Ayşeyê her wiha di dawiya axaftina xwe de got ji bo covîd wek nexweşiya pîşeyî bê hesibandin têkoşîn dane û got: “Ev mafê sereke yê kedkaran e. Ji ber vê mafê xwe xwestin. Herî kêm li 130 welatî covîd wek nexweşiya pîşeyî tê hesibandin. Em dixwazin li welatê me jî ev wisa bê qebûlkirin. Me wek TTB û Odeyên Tabîban demek berê bi ser navê ‘ked a me gotin a me’ pêvajoya kampanyayê da destpêkirin. Heta 27’ê Mijdarê wê çalakiyên me bidomin. Heta em hemû mafên xwe negirin em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”
 
‘Gelek kedkarên tenduristiyê mirin’
 
Doç Dr. Denîz Erdogdu jî diyar kir ku pandemî di meha 19’an de ye û ji ber polîtîkayên şaş ên wezareta tenduristiyê, pêşî li leza vîrusê nehatiye girtin û wiha daxuyand: “Ji ber tedbîr baş nayên girtin nexweş tên beşa lezgîn, polîkîlînîkên covîd-19, serwîsên covid-19 û beşên giran. Kedkarên tenduristiyê  bi barê giran re tên rû hev. Kedkarên tenduristiyê li gorî civakê 14 kat zêdetir nexweş ketin, 4 kat zêdetir mirin.”
 
‘Tedbîr nehatin girtin’
 
Denîzê anî ziman ku li nexweşxaneya dixebitin, di mijara xwegîhandina ekîpmanên bi kalîte pirsgirêkan dijîn û got: “Odeyên ku mirov cilên xwe lê bikin tune ne. Şêrtên mutbexan ne baş in. Biçûk in. Xurekê bi kalîte tune ne. Bi taybet dema nobeta hekîmên asîstan zêde bûye. Roja din nikarin destûrê bi kar bînin. Nobetên ku heta 36 saetan derketin zêdetir bûne. Zêdetir hekîmên asîstan şandin klînîkên Covîdê. Tevli ekîbên fîlyasyonê bûn. Odeyeke ku hinekê lê bîhna xw bidin, cihekî ku xwarinê lê bibînin tune ye. Ligel van li nexweşxaneyên bajar dema xebatê paçe nayên vekirin. Em dikevin zivistanê lê di mijara hewagirtinê de tedbîr nayên girtin. Ji ber hewa nayê girtin wê vîrus hîn bêtir belav bibe. Xebatên me di vî alî de wê bidomin.”