Kampanyaya ‘Tu jiyan î’ bi dawî bû

  • 14:31 25 Cotmeh 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya “Tu jiyan î” ku bi boneya ‘Cotmeha Pembeyî’ dest pê kiribû, bi çalakiyekê bi dawî bû. 
 
Bi boneya ‘Cotmeha Pembeyî’ ji bo parastina ji nexweşiya penceşêra pêsîran, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd di 20`ê Cotmehê de dest bi kampanyayê kiribû. Kampanya bi dirûşma “Tu jiyan î” dest pê kir û di nava kampanyê de ji bo xweparastina ji penceşêra pêsîran serdana jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de hate kirin û belavok li kolanan hatin belavkirin.
 
Îro ji bo piştgiriya jinên ku bi nexweşiya penceşêra pêsîran ketine, her wiha ji bo bidawîkirina kampanya “Tu jiyan î” çalakiyek li Hola Birc a li Qamişloyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de 25 jinên ji penceşêrê xelas bûne, jinên xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
 
Di çalakiyê de endama Heyva Sor a Kurd Sozdar Iko axivî û diyar kir ku penceşêra pêsîran cureya herî berbelavbûyî ya penceşêrê ye lê ew nexweşî bi dermanan dikare were kontrolkirin û wiha got: “Divê jin zû li tenduristiya xwe bipirsin da ku di demên pêş de dermanan bigirin, ji ber vê yekê meha Cotmehê wek ‘Meha Pembeyî’ hatiye hilbijartin.”
 
Piştre sînevîzyonek li ser tedbîr û şîretên der barê xweparastinê de hat pêşandan. Paşê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê emeliyat û dermankirina 2 jinên bi penceşêra pisîran ketine, girt ser xwe.
 
Di dawiyê de ji bo 25 jinên ku bi nexweşiyê ketibûn, xelat hat dayîn