Civaknas Gullîstan Yarkin: Daxwaza tunekirina kurdan daxwazek qirkirinê ye

  • 09:04 15 Tebax 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
Habîbe Eren
 
STENBOL - Civaknas Gulîstan Yarkin balkişan ser êrîşên nîjadperest yên li hember kurdan û got: “Dema mirov li van êrîşan dinêrin, hincetên wek, axaftina bi kurdî, dengdayîna ji bo HDP’ê, ji ber ku kurdbûn tê ziman, ji ber kurd serî natewînin û ji ber kurdbûnê, dertên pêş.”
 
Êrîşên li hember kurdan didomin û her roj yek nû lê zêde dibe. Herî dawî li Konyayê li navçeya Meram malbatek kurd bi êrîşa komeke 60 kesî hat û 7 kes ji aliyê gumanbar Mehmet Altun ve hatin qetilkirin. Di 17’ê hezîranê de jî gumanbar Onur Gencer êrîşê HDP’a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Di êrîşên nîjadperest yên li hember kurdan de tenê qetil nakin, pêkanînên îmha û tunekirinê dimeşînin. Di dîrokê de gelek bûyerên komkujiyê pêk hatin. Civaknas Gulîstan Yarkin derbarê zêdebûna êrîşên nîjadperest de ji ajansa me re axivî.
 
*Demên dawî de li gelek bajaran êrîşên nîjadperest tên jiyîn û li Konyayên Hakîm Dal hat qetilkirin û piştre malbateke ji 7 kesî pêk dihat ji aliyê Mehmet Altun ve hat qetilkirin. Hûn van çawa dinirxînin?
 
Ez kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û xemgînî bibîr tînim. Li her derê cîhanê êrîşên nîjadperest ji têkiliya serdestiyê pêk tê. Nîjadperestî wek patrîyarka rejîmek civakî û teşeyê serdestiyê ye. Di sedsala 18-19’an de bi belavbûna mêtîngeriya Ewropa ve li hemû cîhanê rejîmên civakî tên avakirin. Ewropayî van komên herêmî hem di alî biyolojîk hem di alî çandî de tunekirina wan rewa dibîne û wisa tevdigere. Divê em li ser têkiliyên desthilatdarî û dîroka van têkiliyan binêrin.
 
Di sedsala 20’an de rejîmeke nîjadperest ya xwe dispêre serdestiya tirk hat avakirin. Li gorî vê tirkbûn çarçoveyek wê ya berfireh hebû. Kesên ne tirk wê ji çand û dîroka xwe dest berdana û ji hemû mafê welatîbûnê fêde bigirta. Desthilatdariya tirk ya modern ya li ser kurdan di dema ewil a komarê de hat rewakirin û di destûra bingehîn de hebûna wan hat tunekirin û kurd ji aliyên tirkan ve wek ‘bêşaristanî’, ‘paşverû’, 'kurdên bi boç’, ‘kurdên bi pirç’, ‘Hirçên çiyan’ hat binavkirin. Ji ber kurd wisa bûn hewcedariya wan bi astek jor ya tirkbûnê hebû. Bi salan nehiştin hebûna kurdan bê ziman. Ziman hat qedexekirin. Gelek pevçûn û serhildan hat jiyîn. Şîdet gur bû. Bi hezaran kes mirin.
 
Di êrîşên demên dawî de jî divê mirov li têkiliyên berê yên desthilatdariyê binêrin, li gotin û pratîkan binêrin. Dema mirov li êrîşan dinêrin hincet aşkerane. Dengdayîna ji bo HDP’ê, axaftina bi kurd, kurdbûn û gelek tiştên din. 
 
*Çalakiya ku gumanbar bi plan pêk anîn rewa tê dîtin û wek husumet tê nîşan dan. Piştperdeya dîrokî ya vê çiye?
 
Bûyerên nîjadperest ji aliyê dadger û dozgeran ve wek bûyerên edlî tên nirxandin û aliyê nefret û newekheviyê ya mijarê tune tê hesibandin.  Em endamên Komîsyona Li Dijî Newekhevî û Nîjadperestiyê ya ÎHD’ê bûyerên nîjadperest ji nêz ve dişopînin. Dozger, dadger, walî, polîs û rayedarên dewletê naxwazin van bûyeran wek bûyerên nefret û nîjadperestiyê venasînin. Heta bûyera dawî de parêzer aşkera anî ziman ku bûyer tên veşartin. 
 
Wek çavdêrî dikarim bêjim ku êrîşên nîjadperest wek mijara kurd û tirk nîşandan, wek îdiayeke ku zirarê dide serdestî û yekitiya dewletê tê dîtin. Ev helwest yanî nêzîkatiya înkarker di esasê de  taybetiya herî esas a îdeolojiya femî ya vê erdnîgariyê ye.
 
Li erdnîgariya me kuştinên jinan bi salane wek ‘guleya maganda’ tê venasîn. Bi saya têkoşîna jinê ev çend sale, ev cînayet êdî wek kuştinên jinan tên bi navkirin. Di êrîşên li hember kurdan de an jî di êrîşên nîjadperest de, gumanbar husumeteke rojane ya tê jiyîn ya wekê ‘te çima çop avêt vir’, ‘tu deng derdixî’, ‘pevçûna navbera du zarokên biçûk de’ û gelekên din dikin hincet.
 
*Li Tirkiyeyê di avabûna rejîma nîjadperest ya modern de pêvajo çawa pêş dike? Di van êrîşan de bêcezabûn û piştgirya dewletê çawa bandor dike?
 
Di êrîşên nîjadperest de mirin pêk neyên bêcezabûn pêkanîneke hiqûqî ya pir zêde tê dîtinê ye. Bi mirinê encam bibe û kujer bê zanîn jî ev di darazê de wek bûyerek edlî tê nirxandin û di asta cezabûnê de dadger û dozger mijarê wek mijarek etnîk nanirxîne û aliyê nîjadperest yê mijarê tune dihesibîne. Mijarê civakî bên înkarkirin wê pirsgirêk her biçin mezin bibin. Mixabin em jî vê rewşê dijîn.
 
*Di komkujiya Konyayê de gumanbar piştî malbatê qetil dike dixwaze malê bide ber agir. Ev refleks berê jî derket pêşberî me. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Di vir de nefret û bêtehemuliya li hember mirî û cenazeyan dertê holê. Kujer di vir de jî dixwaze cenaza ji holê rabeike û ev jî mezinahiya nefretê nîşan dide. Li erdnîgariya me mixabin êrîş li hember bedenên mirî û cenazeyan heye. Bi taybet salên 90’î de gelek kurd hatin tunekirin. Di salên 2000 û 2010’an de gelek gorên komî derketin holê. Ev bi tena serê xwe bêrêzdariya li hember bedenên miriye. Mixabin li hember miriyan rêzdarî tune. Daxwaza tunekirina kurdan daxwazeke qirkirinê ye.