Li Rojava 32 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin

  • 09:50 25 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 32 kesên din li herêmê bi Vîrûsa Koronayê ketine û diyar kir ku hêjmara giştî gihêştiye 394 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 32 kesên  din li herêmê bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan kesekî jiyana xwe ji dest daye û 8 kesan jî derbas kiriye, rewşa wan ber bi başbûnê ve çûye. 
 
Hejmara kesên bi vîrûsê ketine wiha ye: 8 kes li Hesekê,12 kes li Qamişlo, kesek li Rimêlan, kesek li Girkêlegê,5 kes li Dêrikê,2 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehbayê bi vîrusê ketine.
 
Ciwan destnîşan kir ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 394'an  ji wan 26 kesî jiyana xwe ji dest dane û 74 kesî jî derbas kiriye û rewşa wan baş bûye.