Li Rojava 32 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin 2020-08-25 09:50:32   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 32 kesên din li herêmê bi Vîrûsa Koronayê ketine û diyar kir ku hêjmara giştî gihêştiye 394 kesî.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 32 kesên  din li herêmê bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan kesekî jiyana xwe ji dest daye û 8 kesan jî derbas kiriye, rewşa wan ber bi başbûnê ve çûye.    Hejmara kesên bi vîrûsê ketine wiha ye: 8 kes li Hesekê,12 kes li Qamişlo, kesek li Rimêlan, kesek li Girkêlegê,5 kes li Dêrikê,2 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehbayê bi vîrusê ketine.   Ciwan destnîşan kir ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 394'an  ji wan 26 kesî jiyana xwe ji dest dane û 74 kesî jî derbas kiriye û rewşa wan baş bûye.