Hejmara kesên bi vîrûsê mirine 177 hezarî derbas kir

  • 12:17 22 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya dawî heta niha li tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê 177 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 563 hezar û 950 kes jî pê ketine.
 
Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 177 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 563 hezar û 950 kes jî pê ketine. Heta niha bi giştî 686 hezar û 346 kes jî rehet bûne.
 
Tenê duh li Emerîkayê 2 hezar û 704 kesan bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Heta niha bi giştî li Emerîkayê 45 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêza yekemîn de ye.
 
Li Îtalya jî 24 hezar û 648 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêza duyemîn de ye. 
 
Spanya ji di rêza sêyemîn de cih digire û heta niha 21 hezar û 282 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li Fransa jî 20 hezar û 796 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêya çaremîn de ye.
 
Di rêza pênşemîn de Fransa tê û heta niha li wir 17 hezar û 337 kesan jiyana xwe ji dest dane.