Hejmara kesên bi vîrûsê mirine 177 hezarî derbas kir 2020-04-22 12:17:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya dawî heta niha li tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê 177 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 563 hezar û 950 kes jî pê ketine.   Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 177 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 563 hezar û 950 kes jî pê ketine. Heta niha bi giştî 686 hezar û 346 kes jî rehet bûne.   Tenê duh li Emerîkayê 2 hezar û 704 kesan bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Heta niha bi giştî li Emerîkayê 45 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêza yekemîn de ye.   Li Îtalya jî 24 hezar û 648 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêza duyemîn de ye.    Spanya ji di rêza sêyemîn de cih digire û heta niha 21 hezar û 282 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Li Fransa jî 20 hezar û 796 kesan jiyana xwe ji dest dane û di rêya çaremîn de ye.   Di rêza pênşemîn de Fransa tê û heta niha li wir 17 hezar û 337 kesan jiyana xwe ji dest dane.