Endamên Heyva Sor a Kurd: Em ji bo parastina civaka xwe amde ne

  • 09:04 12 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endamên Heyva Sor a Kurd yan bajarê Dêrikê,derbarê hişyarkirina gel û parastina wan ji Vîrusa Korona wiha gotin: ”Ji bo parastina civaka xwe ji Vîrûsa Koronayê,em amade ne, îro ev erk dikeve ser milê me û em pêşengên vê cengê ne. ”
 
Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê (COVÎD -19)  li tevahî cîhanê,  gelek mirovran ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes di karantînayên  tendurstiyê di bin kontirola bijîjkan de ne.  Ji bo Vîrusa Koronayê gelek tebîr hatin girtin, her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  jî di çarçoveya ewlehiya civakê de tenê nexweşxane, firoşgehên xurekê, firine, hêzên ewlekariyê  û cihên pêwîstiyên jiyanî, dixebitin. Li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê endamên Heyva Sor a Kurd ji bo ku nexwşan derman bikin û wan derbarê vîrusê de hişyar bikin di nava tevgerê de ne.  Endamên Heyva Sor a Kurd ji bo ku gel hişyar bikin û biparêzin,  broşûran belav dikin. Jinên endamên Heyva Sor a Kurd  derbarê kar û xebatên xwe de axivîn.
 
‘Li tevahiya bajêr em gele xwe derbarê vîrusê de hişyar dikin’
 
Endama Heyva Sor a Kurd Felek Haco li ser vîrusa Koronayê axivî û wiha got: ”Ev  demeke ku vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê belav bûye.  Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tedbîrên parastinê yên weke qedexekirina derketina  derve , hatine girtin.  Tenê nexweşxane, firoşgehên xurekê û hêzên ewlekariyê dixebitin.  Em  weke endamên Heyva Sor a Kurd li hemû taxên bajêr  derbarê vîrusaê de broşûran belav dikin û gel hişyar dikin."
 
‘Em hêvdar in ku her kes alîkariya me bike’
 
Felekê di dewamiya axaftina xwe de bang li şêniyên bajêr kir ku di malên xwe de bimînin û wiha dom kir: ”Em wek Desteya Jinê ya Heyva Sor a Kurd a şaredariya bajarê Dêrikê, bi hev re li terzîxaneyan rûpoşan û cilên ku tendirustiyê diparêzin didirûn, da ku em li nexweşxaneyan belav bikin.  Her wiha ji bo derketina rewşên nexweşiyê jî amadekariyên me hene û em amade ne. Em hêvî dikin ku her kes bi me re alîkar be û di malên xwe de bimînin.”
 
‘Ji bo ku parastina ji vîrusê em tişta pêwist dikin’
 
Endama Heyva Sor a Kurd Sonya  sonya Seyid jî li ser  cudakirina konan ji he v axivî û wiha got: ”Me kon ji hev cüda li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, veda ne.  Dema ku nexweş ji bo tedawiyê tên, Heyva Sor a kurd  destpêkê destên nexweşan dezefenkte dikin,  paşê em germahiya laşê wan dipîvin  û bi vî awayî wan derbasî Heyva Sor a Kurd dikin, ji bo ku em wan derman bikin.  Em hêvîdarin ku her kes xwe biparêze û di malên xwe de bimîne."