Li cîhanê 70 hezar kesî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan

  • 11:00 7 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li seranserê cîhanê kesên vîrûsa koronayê ketine, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hejmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane jî 70 hezarî derbas kir.
 
Roj bi roj li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dimirin û pêdikevin zêde dibe.  Dîsa ji ber belavbûna vîrûsê li gelek welatan liv û tevgera mirovan rawestiyaye û bi sed hezaran karger hatine girtin.
 
Li seranserê cîhanê heta niha kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hejmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane jî 70 hezar derbas kir.
 
Li Almanya hejmara kesên bi koronayê ketine 100 hezar derbas kir. 
 
Li Îngîlîstanê di 24 saetên dawî de 439 kes mirin û heta niha 5 hezar û 373 kes bi vîrûsê mirin.
 
Li Fransayê jî di 24 saetên dawî de 833 kes bi vîrûsê mirin û hêjmara kesên mirî gihişt 8 hezar û 911 kesan. 
 
Li Emerîkayê jî hêjmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 347 hezaran. Heta niha bi vîrûsa corona 10 hezar û 335 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Mirina bi Koronayê herî zêde li Îtalyayê ye. Heya niha li Îtalya ji ber vîrûsa Covid-19'an 16 hezar û 523 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 24 saetên dawî de 636 kesên din mirin û heta niha 132 hezar û 547 kes bi vîrûsê ketine. Bi giştî 22 hezar û 837 kes jî baş bûne û ji vîrûsê xelas bûne.