Şêrîn Îsmaîl: Tedbîr hatine girtin lê herêmên dagirkirî xeter in

  • 09:03 5 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Rêvebera Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Şêrîn Îsmaîl, ewlehiyên ku ji bo vîrûsa Korona yê girtine nirxandin. Şêrînê bang li koçberên Serêkaniyê kir ku bi rêyên qaçax neçin Serêkaniyê ji bo ku bi koronayê nekevin û gel jî pê nexin.
 
Vîrûsa Koronaye (COVÎD - 19)  ku cîhan tevahî hejandiye û bi hezaran kesî ji ber jiyana xwe ji dest da, heta niha tu derman jê re nehatiye dîtinê. Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Desteyên Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd, li dijî vê vîrusê gelek tedbir girtine. Rêveberiya Xweser jî ji 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihandiye û gel vê biryarê pêk tîne. 
 
Têkildarî vê mijarê Rêvebera Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Navçeya Til Temirê ya Şehîd Lêgerîn , Şêrîn Îsmaîl tedbîrên kul i dijî vîrusê girtine bi Ajansa  me re parve kirin.
 
'Korona vîrûseke bi bandor e, pêwîste gel hişyar be'
 
Şêrînê xeteriyên vîrûsa Koronayê wiha vegot: "Korona vîrûseke veşartî ye, mirov nizane ku kîjan kêliyê wê bighêje yekê/î û pê bikeve û jiyana xwe ji dest bide. Ji bo wê dema ku asta germahiya laşe mirov bilind be û kuxikeke zûha û bêhintengî çêbibe bila ew kes serî li nexweşxaneyê û bijîşkan bide."
 
'Bi cihaz em germahiya laş dipîvin' 
 
Şêrînê tedbîrên parastinê ku ji bo nexweşxaneyê girtin e wiha bibîr xist û got: "Her kes û nexweşên ku derbasî nexweşxaneyê dibin tên dermankirin.  Paşê cîhazê germahiyê heye ku germahiya laşê wan dipîve û em wan piştre derbasî nexweşxaneyê dikin. Em kesên rewşa wan lezgîn  û giran bi lez derman dikin û wan ji nexweşxaneyê dertînin."
 
'Hemşîre û bijîşk jî bi tedbîr tevdigerin'
 
Şêrînê tedbîrên ku ji bo hemşîre û bijîşkan jî hatine girtin wiha rêz kirin:"Hemşîreyên me bê kum, lepik û rûpoş nêzî nexweşan nabin. Cilên ku li nexweşxaneyê tên lixwekirin, pê naçin malê. Ji ber em gelek nexweşan dibînin û wan derman dikin, em cil û bergên xwe yên nexweşxanê diguherin û wiha diçin malê."
 
'Du kon wekî karantîna tenduristî hatin amade kirin'
 
Şêrînê got ku wan du kon wekî karantina ji bo tenduristiyê amade kirin e û wiha dewam kir: "Di nexweşxaneyê de me du kon wekî karantina ji bo tenduristiye amade kirin. Konek jî ji bo bijîşkên ku derbasî cem nexweşên bi gûmana vîrusê ne bibin ku amadekariyê xwe bikin û cilan li xwe bikin."
 
'Du nexweşên bi gûmana korena ne hatine'
 
Şêrînê da xuyakirin ku du rewşên bi gumana koronayê hatin e û wiha dom kir:"Di van rojên qedexeya derketina derve de du kesên ku bi gûmana koronayî  bûn hatin, lê piştî ku me asta germahiya wan dît û bi cîhazê (KÎT) ew tehlil kirin, encama wê baş bû, ne korona lê ş normal bû. Nîşaneyên şewb û nexweşiyên demsalî nêzî koronayê ne ji ber wê gelek kes ji xwe dikevin gumanê. Nexweşxaneya me ne karantîna qada tenduristiyê ye, ji ber wê dema kesên bi vî rengî tên, piştî em li wan dinerin wan dişînin nexweşxaneyên Hesekê."
 
'Birûşûr li gel hatin belav kirin'
 
Şêrînê got ku ji bo gel hişyar bikin jî biroşur belav kirin û wiha pê de çû:"Em li hember tenduristiya gelê xwe bi berpirsiyarî tevdigerin û ji bo wan broşurên ku tê de nasîna korona, çawaniya parastinê heye ku çawa derdorê biparêzin hatin belavkirin û derdorê biparêz in, hatin belav kirin."
 
'Metirsî ji çûn û hatina herêmên dagirkirî û anîna vîrûsê heye'
 
Şêrînê metirsiya çûn û hatina koçberên Serêkaniyê ji Serêkaniyê re wekî xeteriyekê nişan da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Metirsiya me ji çûn û hatina koçberên Serêkaniyê ku biçın Serêkaniyê bi xwe re vê vîrusê bînin heye. Ji ber ku agahî hene dibêjin ku dewleta tirk a dagirker nexweşên bi korona ketin anîne Serêkaniyê û herêmên dagirkirî. Eger li vir yek bi korona bikeve wê derdorê hemî pê bixe."
 
'Li malên xwe bin, tenduristiya xwe biparêzin ' 
 
Şêrîn bi vê bangawaziyê dawî li gotina xwe anî: "Henek bi korona re nabe, pêwîst e gel vê mijarê cidî bigre û li gorî cidîyeta wê tevbigerin. Li cîhanê êdî nikarin pêşî li ber koronayê bigrin, li herêmên me jî di encama qedexeya derketina derve de û tedbîrên tên girtin de heta niha tu kesên bi vê nexweşiyê  derneketine. Pêwsît e gel xwe biparêzin û nehêlin ev nexweşî derbasî herêmên me bibin. pêwîst e hêzên ewlehiyê parastinê zêdetir bikin û nehêlin kes ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.  Em bang li koçberên Serêkaniyê dikin ku bi rêyên qaçax necin sere kaniyê û neyên."