Li cîhanê ji ber koronayê 53 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:50 3 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya vîrûsa koronayê her ku diçe giran dibe. Bi tevahî li cîhanê heta niha hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezarî derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezarî derbas kir. 
 
Li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkins a DYA'yê li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezarî derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezarî derbas kir.
 
Di nava hefteyekê de hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketin du qat zêde bûn. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hejmara kesên bi vîrûsa coronayê ketine bûye 18 hezar û 135 û hejmara kesên ji ber coronayê mirine jî bûye 356.