‘Ji bo vîrûsa koronayê divê asta ewlehiyê bilindtir bibe’

  • 14:08 27 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Medya Uren
 
AMED - Bijîşk Elîf Turan anî ziman ku divê gel ji niha zêdetir ewlekariyên xwe bigirin û bi derûniyek aram tevbigerin. Elîf, kesên ku şiga bi vîrûsê lê hene hişyar kir û got divê serî li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Gazî Yaşargîlê bidin. 
 
Li bajarê Vûhan a Çînê, vîrûsa korona (Kovîd-19) di 12’ê kanûna 2019’an de derket holê û belavî tevahiya cîhanê bû. Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan gihaşt 24 hezar 96 kesan. Heta niha derziya li dijî vîrûsê ji nehatiye dîtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo belavbûna vîrûsê “rewşa lezgîn” îlan kiribû. Bi belavbûnê re û tedbir negirtinê re herî dawî li Tirkiyeyê ji hejmara kesên nexweş zêde bûn. Her roj hêjmar diguherin. 
 
Tirkiye piştî ku hejmar zêde bûn dest bi tedbîran kir. Dibistan ketin betlaneyê, cihên îbadetê hatin girtin, çalakiyên bi girseyî hatin taloqkirin,  kargehên wekî kafe, firoştgeh, xwaringeh bi tevahî hatin girtin. Li gelek cih û kargehan ji xebatên dezengfektê hatin destpêkirin. Lig elek bajaran ji bo nexweşiyê cihêh taybet hatin amadekirin. Li Amedê jî li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Gazî Yaşargilê cihên karantinayê hatin amadekirin. Derbarê nexweşiyê de her daxuyaniyên zanîstî tên dayîn. Bijîşka endama Yekitiya Tendirustvanan a Tirkiyê (TTB) Elîf Turan ji ajansa me re derbarê rewşa heyî de nêrînê xwe anî ziman. 
 
‘Girtina kesekî girtina bi hezaran kesan e’
 
Elîf diyar kir ku ew wekî komele ji hemû çalekî û kombûnên xwe dane rawestandin. Elîf bal kişand li ser şeklen parastinê û wiha diyar kir: “Divê bi dezefenktanê re şûştin û derneketina nav girseyê pêk were. Li gel ewlehiyên hikûmet digire divê gel ji di nava hewildanek cidî de be ango ji bo belavbûna nexweşiyê li her bajarî alarma sor pêketiye. Vîrûsa ku yek kes dikare li nêzî 600 kesan zêdetir belav bike di holê de ye. Ev bi şeklê dilopan bi metreyan rê digire. Li gel nexweşiyên mayînde dibe sedema mirinan. Divê her kes bi fikra derdora xwe tev bigere. Girtina kesekî girtina bi hezaran kesan e.”
 
‘Kesên nexweşên kronik divê baldar bin’
 
Elîf diyar kir ku nîşaneyên nexweşiyê weke ku di grîbên weke zekem û sermayê de ji tê dîtin divê di vî alî de ji şiyar bin û wiha berdewam kir: “Gelek kes hilgirtvanê nexweşiya coronoyê ne, di van aliyan de ji divê em baldar bin. Her wiha ev kesane dikarin bêyî di ferqê de bin nexweşiyê derbaz bikin. Bi taybet kesên nexweşiya kironîk ango sîstematîk dermanan digirin, jinên ducanî û kesên temenê wan mezinin divê baldar bin. Ev kes sîstema wan a laş pir zeîfe, ev ji dibe sedemê mirinan.  Ji bo ewlehiyê em tim dibêjin paqijî di rêza yekem de ye. Lê gel car car ji qamê derdixe bi taybet di aliyê bi kar anîna kolonyayê de. Kolonye dibe sedem ku dest bi terike û laş birin bibe. Her wiha tê zanîn cihê birin bi leztir mîkrobê digire nav xwe û bandora wê mezintire.” 
 
‘Vîrus demek dirêj zindî dimîne’
 
Elîf, destnîşan kir ku vîrus bi rojan heta bi hefteyan zindî dimîne, ev ji tê wateya ku di aliyê belavbûnê de qadek berfireh bi xwe digire. Elîf da zanîn ku ji bo vê yekê cihê herî bi ewle mal in û got: “Tê zanîn kesên ji derveyî welat hatine re bi lez nexweşî mezinbûn nîşan da. Ev bi serê xwe cidiyeta nexweşiyê nîşan dide. Em di hêla agahiyên zanîstî de qels in. Kesên şiga nexweşiyê nehilgirin divê maskeyan bi karneynîn, ango tendirustvan dikevin talukeye. Herî zêde pêwîstiya wan bi ewlehiyê heye.”
 
‘Em naghijin agahiyên berfireh’ 
 
Elîf di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser agahiyên demên dawiyê û wiha axivî: “Herî dawî li kîjan bajarî li kîjan nexweşxaneyê çiqas nexweş hene agahiya me nîne, ji ber ku di vê aliyê de pirsen me rojnamevanan bê bersiv dimînin. Tenê bi daxuyaniyên fermî agahî ji raya giştî re tê parvekirin. Di aliyê ewlehiyê de ji weke fermî çi tê kirin daxuyaniyek ne hatiye parvekirin.”