Endama TTB MK Selma: Hemû berpirsyarî ji doktoran re hatiye hiştin

  • 09:05 26 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama TTB MK’ê Selma Gungor diyar kir ku yek ji sedema belavbûna vîrusa korona ya li Tirkiyeyê ev e ku ji meha Kanûnê de der barê kesên ji derveyê welat hatine de kontrol û karantîna pêk nehatiye û polîtîka hikûmetê ya der barê vîrusê de rexne kir û got hemû berpirsyarî ji doktoran re hatiye hiştin.
 
Ji ber vîsura korona ya li hemû cîhanê belav bûye heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li Tirkiyeyê jî di 10’ê Adarê de mirina ewil pêk hat Û heta niha 44 kesî jiyan xwe ji dest da û bi hezar û 872 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştrast kiribû ku xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrusê ketine lê hejmar nedabû. Di rayagiştî de jî der barê qelsiya tedbîran de rexne dertên holê.
Endama Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gonur der barê vîrusê de nirxandin kir.
 
‘Dibêjin îzolasyona civakî lê der barê vê de agahdarkirin tüne ye’
 
Selmayê diyar kir ku beriya her tiştî divê demildest ji bo xebatkarên tenduristiyê tedbîr bên girtin û got xebatkarên tenduristiyê bi rewşa bi vîrusê re bên rû hev re, mane û tedbîrên parastinê têr nînin û ji ber vê jî di rewşa bi nexweşiyê bikevin de ne. Selmayê got: “Di demên dawî de bi zêdebûna vîrusê re bangên îzolasyona civakê jî zêde bûne. Lê hikûmetê der barê vê de agahdariyek nekriye. Ev agahdarkirin tenê bi lîstikvanên rêzefîlman têr nake. Divê bi berfirehî bê kirin. Divê rayedarên hikûmetê bê navber îzalasyona civakî bi bîr bixin.”
 
‘Her tişt ji doktoran re hatiye hiştin’
 
Selmayê di berdewamiyê de got divê bersiva pirsên, karantîna çi ye, îzaslasyona civakî çi ye, ev nexweşî çawa belav dibe, çawa derbas dibe û divê mirov xwe çawa bikin bin karantînayê, bên bersivandin û wiha pê de çû: “Lê mixabin hemû berpirsyarî ji doktoran re hatiye hiştin. Divê rayedar her roj daxuyanî bidin û bêjin ku divê kes dernekeve derve.”
 
‘Divê her kes testê bike’
 
Selmayê her wiha daxuyand ku hîna jî di şopandina kesên ji derveyê welat tên jî kêmasî hene û got: “Hewl tê dayîn ku vê temam bikin lê gelek derneg maye. Hemû kesên nîşaneya nexweşiyê pê re heye divê vê testê bikin. Xebatkarên tenduristiyê jî divê teqez dem bi dem vê testê bikin.”
Selmayê balkişand ser bi lez belavbûna vîrusê ya li Tirkiyeyê û got: “Sedema wê ev e. Ji meha Kanûnê û heta niha yên dihatin Tirkiyeyê tenê di kamerayên termal re derbas dikin û germahıya beden dipîvan. Bêguman vê têr nekir. Yên ji derveyê welat dihatin divê 14 rojan di bin karantînayê de bihatana girtin.Li hemû welatan bajar û kesên bi virusê ketine hat parvekirin. Lê Tirkiyeyê ji roja ewil de agahiyek wisa parve nekiriye. Bi hinceta ku fikar zêde bibin ev nekirin. Lê fikar bi agahiyên zanistî dikarin bên çareserkirin.”
 
Selmayê destnîşan kir ku wezareta tenduristiyê her roj di saetên şevê de li ser çapemeniya civakî agahdarkirinê dike û got: “Her kes wê saetê dipê. Ev ne raste. Ji ber ev bendewarî bandor li ser civakê dike. Lê divê bêjin ku ‘rewş ev e, li van bajaran hatiye dîtin, tişta divê em bikin ev e, em dikarin van tedbîran bigirin. Di rojên pêş de wê tabolî hîn bêtir krîtîk be. Lİ Tirkiyeyê bi giştî nêzî 38 hezar nivînên beşa giran hene. Ya herî girîng jî alava bîhndanê ye. Ev jî nêzî 7-8 hezariye. Ligel vê divê karkeriyên ku ne ferze hilberînê bikin jî divê faliyetan bidin sekinandin.”