Li Îranê hezar û 284 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da

  • 14:31 19 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di nava 24 saetên dawî de 149 kesên din jiyana xwe ji dest dane.
 
Di nava 24 saetên dawî de li Îranê 149 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî heta niha li Îranê hezar û 284 kesan  jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî agahiyên berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr dane di nava 24 saetan de  hezar û 46 kesên din bi vîrûsê ketine û bi giştî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 18 hezar û 406 kesan. Her wiha li Îranê heta niha nêzî 6 hezar kesên bi vîrûsa korona ketine baş bûne.
 
Li gorî agahiyên berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Îranê her 10 deqeyan kesek ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest didin û di nava saetê de 50 kes pê dikevin.