Jinan bang li şaredariyê kir: Li dijî vîrusê erka xwe bi cih bîne

  • 11:12 16 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Jinên Amdedê diyar kirin ku ji bo vîrusa Koronayê ya belav dibe tu ewlehî nayê girtin, şaredarî erka xwe bi cih nayene û gelaş jî nayê komkirin. Jinan xwest ku di serî de wesayitên ragihandina komî li cihên ji gel re vekirî  paqijiyeke baş bê kirin. 
 
Ji ber vîrusa koronayê ku li gelek deverên cîhanê belav bûye gelek welat di asta herî jor de bi her awayî tedbîrên xwe digirin û ji bo parastinê di nav hewldanan de ne. Li gel ku vurusê li Tirkiyeyê jî bi çend kesan re xwe daye der hîna bi giştî bi rêk û pêk tu tedbîr nehatine girtin. Jinên Amedê ku bertek nîşanî rayedaran dan di serî de şaredarî bang li rayedaran kirin ku  tedbîran bigirin.
 
'Bila şaredarî peywira xwe bi cih bîne'
 
Kuafor Nefîse Oguz derbara tedbîrên ji bo Vîrûsa Koronayê de axivî û diyar kir ku tedbîr kêm in. Nefîse axaftina xwe wiha berdewam kirin: "Wekî ku tê xwestin tedbîr nayên girtin. Di vî warê de peywira herî zêde dikeve ser milên şaredariyê. Şaredarî ji ragihandina giştî berpirsiyare. Lê ji ber ku erka xwe bi cih nayne û wesayitên aîde şaredariyê ku ji bo ragihandina giştî tên xebitandin nayên paqijkriin ev yek şêniyên bajêr dike gûmanan û nema diwêrin ji malên xwe derkevin. Li aliyê din ji ber agahiyên çewt ku di nav gel de belav dibin, di awarê dan û standinê de jî keysbaziyek heye ku hev jî krîza aborî ya heyî kûrtir dike û şêniyên bajêr di warê dan û standinê de dike zorê. Divê di serî de şaredarî hemû rayedar erka xwe bi cih bînin û tedbîrên pêwist bigirin. 
 
'Bila kolanên Sûrê bên paqijkirin'
 
Dayika Hediye Baş jî ku li navçeya Sûrê ya Amedê dimîne diyar kir ku kolanên Sûrê di nava gelaşê de ne û ev tişt got:" Li gel vîrusa ku belav dibe xwe ji qirêjiyê xwedî dike jî hîna kolanên Sûrê di nav gelaşê de ne. Lê şaredarî tu ewlehiyê nagire û erka xwe bi cih nîne. Em dixazin ku kolanên me bên paqijkirin û şaredarî tişta dikeve ser milê wê bike."
 
Elîf taş jî ya ku gûmana xwe ji ber vîrusê anî ziman wiha got: "Heta ji destê me tê ger ku karekî me nebe em dernakevin derve. Divê gelê me jî xwe biparze û paqijiya xwe bike. Em dixwzin hemû otobusên ragihandina giştî dikin bên paqijkirin. Heke pêşî li vê neyê girtin wê tendirustiya me têk biçe û em nikarin ji binê vê rabin."
 
'Bila otobusan tezenfekte bikin!
 
Jina bi navê Esra Aslaner jî anî ziman ku paqijkirina otobusan girînge û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Beriya ku ev vîrus belav nebibû jî şaredariyê giringî nedida paqijîyê û niha jî nadiye.  Lê niha divê paqijiya otobusan bi her awayî bê kirin. Daxwaza me ew e ku ji bo ev vîrus ango şewb zêde belav nebe, di serî de otobusl divê hemû qadên giştî bên dezenfektekirin."
 
Resmiye Guler jî hişyarî kir û wiha got: "Ji destê me çi bê divê ji bo ku ev nexweşî belav nebe em bikin. Xarina ku em çêdikin divê em paqij çêbikin ji bo ku ev vîrus zêde belav nebe."
 
Fatma Guler jî diyar kir ku ji her alî ve hişyariyên pêwist hene divê em van li ber çav bigirin û ev tişt got: "Divê em zêde nekevin nav gûmanan û tişta ji destê me bê ji bo tendirûstiya xwe bikin. Lev tedbîrên ku em bi xwe bigirin têrê nakin divê rayedar jî erka xwe bi cih bînin."