Ji bo malbatan hişyariya Vîrusa Korona: Zarokan netirsînin

  • 09:04 16 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Pisporan der barê belavbûna Vîrusa Korona de malbat hişyar kirin ku zarokên di navbera temenê 6-7 de divê neyên tirsandin û got: “Dema ku der barê vîrusê de hûn agahdariyan didin, zarokan netirsînin.”
 
Vîrusa Korona ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê, bû sedema mirina 5 hezar kesî û li Tirkiyeyê jî li ser 6 kesî vîrus hatiye tespîtkirin. Li gorî hinek lêkolînan vîrus zêdetir bandorê li ser kesên di ser temenê 60’î û kesên nexweşiyên wan yên kronîk heye dike. Li Îngîlîstanê jî li ser pitikek nû hatiye dinê Vîrusa Korona hat tespîtkirin.
 
Vîrus li cîhanê wek pandemîk hat îlankirin. Pisporan der barê nexweşiyê de di mijara zarokan de malbat hişyar kirin. Derûnas Gulşen Kiliçarslan axivî û got: “Li şûna gotina ‘bila ew nizanibe, bila ew fêr nebe’ zimanekî bêdeng û di cih de bi kar bînin.”
 
‘Perwerdeya paqijiyê dubare bikin’
 
Gulşenê got: “Mirov hemû bi fikar in. Divê ji fikara ‘wê zarokê min bi şewbê bikeve, wê tiştek bibe’ dûr bikevin. Vê nekin. Malbat ji xwe di temenê biçûk de perwerdeya paqijiyê didin zarokên xwe. Behsa vê dikin. Dikare perwerdehiya paqijiya beden ji bo zarokan bê dubarekirin. Dikare bê gotin ku ‘hinek mîkrobên em nabînin hene,  ev dikarin me nexweş bikin. Ji bo vê em destên xwe bişon, em destên xwe baş sabûn bikin, piştî destavê em destên xwe bişon. Beriya xwarinê em destên xwe bişon. Dema em ji derve hatin destên xwe bişon’ Ev perwerde dikare bê dubarekirin.”
 
‘Dema hûn dibêjin jî rehet bin’
 
Gulşenê daxuyakirin ku dema ev tên gotin jî divê bi rehetî bê vegotin û got: “Dema bi fikar bê vegotin, ev zarokan ditirsîne. Zarok ne wek mezinan e. Divê zimanekî bêdeng û di cih de bê tercihkirin. Ji bo zarokên diçin dibistanê jî gotina ‘dsetên xwe bi destmala şil paqij bikin’ dikar bê bikaranîn. Ev vîrus heta û heta berdewam nake.  Em bi rehetî van ji zarokên xwe re bêjin, nekevin fikaran.”
 
Divê em li gotin û ziman baldar bin’
 
Derûnas Fîgan Kepenek jî bal kişand ser axaftina bi zarokan re û got: “Heta hûn dikarin samîmî û eşkere bin. Divê hûn ji agahiyên ku serê wan tevlihev dikin dûr bikevin. Mînak ji bo zarokên di navbera 6-7 salî de  axaftinek baldar bikin. Divê ziman zarok neke fikaran. Divê derfet ji bo zarok bê dayîn ku pirsan bipirsin. Divê hest û tirsên xwe bi rehetî vebêjin. Divê fikar û tirsa dijî qebûl bike. Divê di helwesteke ku di nava tirsê de nebin. Tirsa windakirin, mirinê bi zarokan re rê li ber travmayek mezin dikare vebike. Ger em fikara xwe kontrol nekin ev bi zarok re jî rê li ber tirsê vedike. Divê zarok xwe di ewlehiyê de hîs bike.”