‘Zema ji bo dermanan pêngaveke din a piyasabûna di tenduristiyê de ye’

  • 09:08 15 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MÊRDÎN - Sekretera Jinan a Şaxa SES a Mêrdînê Gulnîgar Karataş destnîşan kir ku sedema ji sedî 12.10 ji bo dermanên tibî hatiye kirin, pêngaveke din a piyasabûna di tenduristiyê de ye û got xizmeta tenduristiya wekhev û bê pere mafê herî sereke yê mirovahiyê ye.
 
Wezareta Tenduristiyê, di Komîsyona Nirxandina Biha ya 14’ê Sibata 2020’an a Saziya Alavên Tibî û Dermanan a Tirkiyeyê de, ji bo dermanên tibî ji sedî 12.10 zem kir. Zema ku ji meha Sibatê pêk tê, badorek mezin li ser gel kir û nikarin xwe bigihînin dermanan. Sekretera Jinana a Şaxa SES a Mêrdînê Gulnîgar Karataş diyar kir ku xwegîhandina xizmeta tenduristiya wekhev û bê pere mafê herî sereke yê civakê ye.
 
‘Divê xizmeta tenduristiya bê pere û wekhev bikeve meriyetê’
 
Gulnîgarê bi lêv kir ku zema ji bo her tiştî tê kirin bandorek mezin li ser civakê dike û got: “Di qada tenduristiyê de jî zema tê kirin rewşa civakê xerabtir dike. Rêjeya zema ku bandor li ser tenduristiya gel dike hatiye diyarkirin. Zema ji bo xurekan tên kirin li aliyekî ya ji bo tenduristiyê tê kirin jî bandorek mezin li ser tenduristiyê dike. Pêşniyara me ev e ku xizmeteke wekhev û bê pere ji bo gel bê kirin. Ev di tuzuka me de jî heye. Hêvîdar im pergaleke wisa di pêşerojê de bikeve meriyetê.”
 
‘Wê nexweş dermanan nebînin’
 
Gulnîgarê daxuyakirin ku bi mîlyonan nexweşên ku nikarin dermanan bigirin hene û bi taybet jî nexweşên pençeşêrê wê di alî xwegîhandina dermanan de pirsgirêkan bijîn û ev tişt anî ziman: “Pergala heyî ya tenduristiyê divê bihata başkirin. Divê zêdetir butçe ji bo tenduristiyê bê veqetandin. Dema ji bo tenduristiyê kêm butçe bê veqetandin wê demê civakek tenduristiya wan ne baş derdikeve holê. Dema mirovek ji bo zarokê xwe re nikaribe derman bigire, wê demê travma dertê holê.”
 
‘Xizmeta tenduristiyê tê firotin’
 
Gulnîgarê bi lêv kir ku piyasabûna di tenduristiyê de û nexweşxaneyên bajar ji xwe xwegîhandina tenduristiyê zehmet dike û wiha berdewam kir: “Çiqas tenduristiyê bikin piyasa wê evqas di xizmetê de pirsgirêk derkeve û wê xizmeta tenduristiyê bê firotin. Daxwaza me ev e ku xizmeteke tenduristiyê ya wekhev û bê pere bê dayîn. Lê pêkanîn berovajî vê ne û xizmeta tenduristiyê difroşin.”