Li Îranê 97 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan

  • 17:13 14 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di 24 saetên dawî de hezar û 365 kesên din bi vîrûsa korona ketin û 97 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Li Îranê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 611 kesan. Li tevahiya cîhanê 5 hezar 429 kesan jiyana xwe ji dest daye.
 
Serokê Beşa Pêwendiyên Gel û Ragihandinê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur, derbarê vîrûsa korona (Covîd-19) de, li Tehranê civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist. Di civînê de hat diyar kirin ku li welatê wan hejmara kesên ku bi virûsa Corona ketine gihîştiye 12 hezar û 729’an, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî derketiye 611’an. 
 
Li gorî agahiyan di 24 saetên dawî de 97 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 365 kes jî bi virusa Corona ketine. Li Îranê ji roja belavbûna Coronayê û heta niha bi giştî 4 hezar û 339 kes hatine dermankirin û ew şandine malen wan. 
 
Vîrûsa korona (Covîd-19) cara yekem di 12’yê kanûna 2019’an de li bajarê Vuhan a girêdayî Parêzgeha Hubey a Çînê hatibû dîtin û li piraniya welatên cîhanê belav bûye. Heta niha 145 hezar kes bi korona ketine û 5 hezar û 429 kesan jî, jiyana xwe ji dest daye.