Ji ber vîrûsa korona li Rojava dibistan û zanîngeh hatin girtin

  • 16:39 14 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser, ji bo vîrûsa Korona rêze tedbîr standin û navber dan perwerdehiya dibîstan û zanîngehan.  
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî vîrûsa Korona rêze tedbîr girtin û navber da perwerdehiya dibistan û zanîngehan. Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û biryarname xwe ji raya giştî re aşkere kir. 
 
Rêveberiya Xweser di biryarnameya xwe ya tedbîrên li dijî vîrûsa korona de, wiha got:
 
" Ji bo parastina xeteriya ku vîrûsa Korona ava dike û ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û weke bergiriya baldariyê, me ev bergirî girtin.
 
* Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qedexekirin.
 
* Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango dîroka 14'ê Adara 2020'an  heta demeke ne diyar tên girtin.
 
* Qedexe ye ku kesek di tevahî deriyên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.
 
* Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku pêştre bistîne bên vekirin.
 
* Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê  Sêmalka ku di 27.02.2020`an de hat derxistin jî, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.
 
*Ev agahî wê ji hemû kesan re bên ragihandin."