Testa vîrusa Koronayê tenê li 16 bajaran tê kirin

  • 14:49 13 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya derbarê vîrûsa korona kir de, ji 81 bajaran tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin.
 
Vîrûsa Korona ya li tevahiya cîhanê bi bandor bû, her ku diçe belavtir dibe. Wezareta Tenduristiyê, ragihandibû ku hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketin derket 2’yan. Wezaretê, bajarên ku testa vîrûsa Korona lê tên kirin aşker kir û diyar kir ku li tevahiya welat, li 26 nexweşxaneyan testa vîrûsa Korona tê kirin.  
 
Wezaretê, di lîsteya aşkere kir de, da zanîn ku ji 81 bajaran tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê krin. Wezaretê da zanîn ku ji ji 26 nexweşxaneyê 10 jê li 4 bajaran dimînîn û 12 nexweşxaneyên din li bajarên cuda dimînin. Li gorî lîsteya daxuyaniya wezaretê, ji van nexweşxaneyan 4 jê li Stenbolê, 2 jê li Enqerê, 2 jê li Îzmîrê û 2’yê din jî li Bursayê dimînin. Di nava nexweşxaneyên wezaretê ragihandin de, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê jî heye. 
 
Nexweşxaneyên testê dikin 
 
Navê nexweşxaneyên di lîsteya wezaretê aşkere kir de cih girin wihane: 
 
Nexweşxaneya Bajêr a Edenê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Enqerê , Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê , Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Antalyayê, Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Îhtîsasa Bilind a Bûrsayê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xerpetê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê Erziromê, Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê, Nexweşxaneya Bajêr a Ispartayê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî ya Stenbolê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Stenbolê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecik a Îzmîrê, Nexweşxaneya Sing a Dr. Sûat Ceren û Nexweşxaneya  Perwede û Lêkolînê yên Îzmîr, Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Meletiyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Samsûnê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya  Kanûnî ya Trabzonê,  Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê.