Wezareta Tendirustiyê di afîşên xwe de cih neda kurdî

  • 18:02 10 Çile 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Di afîşên Wezareta Tendirustiyê de ku ji 6 zimanan re cih hat dayîn tenê ji kurdî re nehat dayîn.
 
Wezareta Tendirustiyê di çarçoveya xizmetên tercûmeyê de bi 6 zimanan afîş amade kir û li nexweşxaneyan hatin daliqandin. Di afîşan de fransî, erebî, îngilîzî, rusî, almanî û farisî cih girtin. Lê zimanê kurdî ku bi milyonan kes pê diaxivin tune hat hesibiandin.