'Em jinan ji tehlûkeya cureyên pençeşêrê rizgar bikin'

  • 09:03 27 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Xebatkarên Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran a Heyva Sor a Kurd derbarê nexweşiya Pençeşêra Pêsîran de wiha gotin: "Çiqas em pênceşêra pêsirê zû ferq bikin, ewqas hêviyên têkbirina wê bêhtir e. Pêwîst e hemû jin di aliyê pênçeşêra pêsîran de baldar be û divê ji 7 mehê carekê werin kontrolê."
 
Heyva Sor a Kurd di 1'ê cotmeha 2019'an de Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran li taxa xerbî ya bajarê Qamişloyê vekirin. Jinên bajarê Qamişloyê kêfxweşiya xwe ji bo vekirina navendek wiha diyar kirin. Têkîldarî mijarê rêveber û xebatkarên navenda keşifkirina zû ya pênceşêra pêsîran nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Em jinan ji tehlûkeya pênçeşêran rizgar bikin' 
 
Ji Rêveberiya Beşa Keşfa Cîhaza Mamografiyê Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran a bajarê Qamişloyê Rojda Silêman wiha got: "Ev sê meh in me navenda xwe ava kiriye. Kêfxweşî û razîbûnek mezin a jinan ji bo navenda me heye. Ji ber sedema belavbûna pençeşêra pêsîran, me pêwistî bi vekirina Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran dît.  Armanca me ew e ku em alîkariyekê bidin jinan û zû ji nexweşiya pençeşêra pêsîran ferq bikin û jiyana wan ji tehlûkeyê rizgar bikin." 
 
'Mirovên ku nexweşiya pençeşêrê bi wan re hebin, dikarin bi hêviyên xwe têk bibin'
 
Rojdayê teqez kir ku girêdana dêrûnî û têkbirina nexweşiya pençeşêrê  bi hev re heye û wiha domand: "Dema nexweşiya pençeşêra pêsîran tê ferqkirin şûnde em ji bo derûniya jinan baş bibin hewil didin. Ger derûnî baş be ew ê rizgariya ji vê nexweşiyê jî hêsantir be. Yên ku bi nexweşiya pençeşêrê  dikevin dikarin bi hêviyên xwe vê nexweşiyê têk bibin. Li navenda me cîhazên keşifkirina zû ya pençeşêrê ya bi navê mamografia û îko hene. Her wiha bijîşkên pispor jî li navenda me hene. Hêviya min ji jinên welatê me ew e ku, li xwe bipirsin û her dem di binê kontrolê de bin. Bila jin werin Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran da ku ger ev nexweşî hebe jî zû teşhîs bê dayin û jin bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest nedin."
 
'Pêwist e hemû jin di aliyê pençeşêra pêsîran de baldar bin'
 
Berpirsiyariya Derûniyê ya Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran, Fatma Ebdullah li ser rêbazê tenduristiyê  ya ku bi kar tîne wiha got: "Kesên ku bi nexweşiya pênçeşêrê tên gel me bi tirs tên, ji ber ku cîhazê me yê kontrolê nedîtine. Dema nexweş tên gel me ji bo tedawiyê yekem em cîhazê nîşan didin. Dema em cîhazê nîşan didin derûniya nexweşan baş dibe. Cîhazên me yên kontrolê baş û pêşketî ye. Em naxwazin nexweşên me bi cîhazan biêşin. Pêwîst e hemû jin di aliyê pênçeşêra pêsîran de baldar be û divê ji 7 mehê carekê werin kontrolê."