Amedspor: Em şûnde gavê navêjin, em li berxwe bidin

  • 09:25 21 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Lîstikvanên Tîma Futbulê ya Jinan a Amedsporê, bal kişandin ser newekheviya navbera tîmên jin û mêran de û got: “Em ê tu car serî netewînin û bi ser de biçin. Em ê Amesporê bigihêjin cihekî baştir.”
 
Tîma Futbulê ya Jinan a Amedsporê tevî hemû nêzîkatiyên zayendperest û nîjadperest têkoşîna xwe didomîne. Lîstikvanên tîmê diyar kirin ku ew wek tîma Futbulê ya Jinan a Amedêsporê hewl didin pêşdaraza mêr bişkînin û got li dijî gotinên newekheviyê wê tu car şûnde gavê navêjin.
 
Kaptana Tîmê Guzîde Alçu 10 sale futbolê dilîze û got ewil malbata wê nehiştiye û bi taybet jî bavê wê gotiye ‘Ez nahêlim keça min futbulê bilîze.’
 
‘Dayikên me piştgirî dan me’
 
Guzîdeyê wiha got: “Yên herî zêde piştgirî dan me dayikên me bûn. Me tu car serî netewand. Em gelek xebitîn, bi ser ketin. Me wek tîma jina demên zehmet jiya. Ligel malbatan mirovan em qebûl nekirin. Em rastî êrîşên nîjadperest hatin. Ji bo em hewil nedin her tişt kirin. Lê me motîvasyona xw winda nekir. Me li ser hev maç qezenc û hêviya mirovan jî çêbû.”
 
‘Tu car serî natewînin’
 
Guzîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me nîşanê hemû jinan da ku jin dikarin li her qadê cih bigirin. Me nêzîkatî û pêşdarazên civakê hilweşand. Em hîna jî hildiweşînin. Niha tên li trîbunan çepikan ji me re lê didin. Em wek tîm dema ewil derdiketin sahayê yek temeşevanek tunebû. Piştî serkeftinên me tîma me eleqeyek mezin dît. Lê hîna jî eleqeya ji bo tîma mêran tê nîşandan ji bo jinan nayê nîşandan.Ger komên jinan li trîbunan piştgiriyê bidin me wê eleqe jî zêde bibe.”
 
‘Em ne şer, maçê dikin’
 
Lîstikvana tîmê Dîlan Kaya jî zextên li hember tîma xwe bi bîr xist û got: “Em ji deplasmanê wêdetir li herêma xwe rastî zextan tên. Li Colemêrgê gelek kes hatibûn maçê. Gelek polîs û leşker hebûn. Ji alîgiran zêdetir ew hatibûn. Lê em ne ji bo şer, em ji bo maçê çûbûn wir. Me di bin siya wan de zext hîs dikir. Alîgirên hatibûn jî ne rehet bûn. Em sporê dikin. Em hewl didin pêşdarazan bişkînin. Bila me nexin nava siyasetê. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê Amedsporê bigihêjin cihê herî baş.”