'Xilasbûna ji nexweşiyê êdî pêkan e'

  • 09:06 21 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Medya Uren / Berîtan Canozer
 
AMED - Yek ji nexweşiyên herî zêde û xetereya mirinê heye penceşêra devê malzarokê ye. Endama SES'ê ya Amedê Yekta Yildiz, diyar kir ku bi teşîs û tedaviyek zû re xilasbûna ji nexweşiyê ji pêkan e lê divê jin her sal carekê bi muayeneya bijîşk re derbaz bibin.
 
Nexweşiya ku herî zede tê dîtin jî penceşêra devê malzarokê ye. Bi teşhîskirina zû û tedavîkirineke zû bandorê li nexweşiyê dike. Penceşêra malzaroyê di heman demê de wekî penceşêra Endometrium, Uterus û Endometrial ji tê zanîn. Ev nexweşî dora temenê 30 û 50’yê de bêhtir tê dîtin. Ji sedî 25 jin hêj di temenê 60'î de bi wê nexweşiyê re rûbirû dimînin. Li gorî daneyên Rêxistina Tendirûstiyê a Cîhanî (WHO) di tevahî cîhanê de nexweşiya herî bi xetere tê nirxandin û di rêza duyem de cîh digire. Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê Yekta Yildiz der barê nexweşiya penceşêra devê malzarokê de ji ajansa me re gahiyên xwe parastin, bandora teşhîsa zu û tedawiya nexweşiyê de agahî da.  
 
Nîşaneyên nexweşiyê 
 
Yekta, bal kişand ser nîşaneyên nexweşiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku alkol û çixare bikartînin, di dema têkiliya zayendî de xwe neparastin û ketina menapozê dibin sedema nexweşiyê jî. Di regelê de heke xwîn bi rengekî tarî û bi bêhn bê ev tişt dibe nîşaneya nexweşiyê jî. Di ling û ran de werimîn, kêmbûna îdrarê, piştî menepozê dîtina xwîn jî dibe sedema nexweşiye. Windakirina kîlo û dirêjbûna pêvajoya nexweşiyan jî dibin nîşaneya penceşêrê. Her wiha kesên ku di temenê 50'î û kesên ku beriya 12'ê salî de regel dîtine an jî kesên ku piştî 55 saliya xwe de ketine menepozê xetereya nexweşiyê heye. Obezîte, şekir, hîper tansiyon, over tumor, penceşêra sîng û hêkan derbazkirine jî dibe ku nexweşiya penceşêra devê malzarokê hebe. Kesên ku bi van nîşaneyan re rûbirû dimînin divê demildest serî li nexweşxaneyê bidin."
 
'Xilasbûna ji nexweşiyê êdî pêkan e'
 
Yekta, di axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên xwe parastinê û wiha dom kir: "Ligel penceşêra devê malzarokê nexweşiyeke xetere ye lê dema teşhîs zû bê dayîn û tedawî bê kirin mirov ji nexweşiyê rizgar dibe. Gelek nexweşên me ji ber ku ji penceşêrê ditirsin nayên bijîşkan. Ev ji dibe sedem ku ew gelek caran dereng bimînin. Divê di destpêkê de em ne tirsin û ji ber ku deruniyeke baş ji bo vê nexweşiyan girîng e. Divê em salê carek biçin nexweşxaneyan û kontrolê bikin."
 
‘Divê moralê xwe xirab nekin û xemsar nebin’ 
 
Yekta herî dawiyê bal kişand ser bandora  nexweşiyê û wiha got: “Divê nexweş ji vê yekê bi bandor nebin û netirsin. Ji ber ku bi tedaviyeke zû re dighijin encamê. Bi rahîbîlîtasyon,  kemoterapi, radyo terapî û rahabîlîtasyona hormonan tedawî tên kirin. Kesên ku temenê van 50 jortir bin bêtir xetere ye. Her wiha kesên nexweşiya hîpertansyon jî pêre hebe divê vê nexeşiyê baldar bin. Ev nexweşî herî zêde di dema menapozê de xwe diyar dike. Ji ber vê jî teşhîsa zû girîng e. Her wiha jinên ducanî û zarok anî dine ji nexweşiya penceşêrê rizgar dibin.  Divê em derûniya xwe xirab nekin û xemsar jî nebin.”