Pirsgirêka sereke ya di tenduristiyê de: Nedayîna ximzeta bi zimanê dayikê ye

  • 09:01 11 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan, diyar kir pirsgirêka herî mezin a di qada tenduristiyê de nedayîna xizmeta bi zimanê dayikê ye û got polîtîkayên tenduristiyê bi pirsgirêk in û wek kiryar li nexweşan û nexweşxaneyan dinêrin.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Wanê Fatma Arslan pirsgirêkên di qada tenduristiyê yên li Wanê nirxand û got welatiyên bi zimanê dayikê xizmetê nagirin, mexdûriyeta wan pir mezin e û got: “Ev jî ji bo gel xizmetek baş bigire, astengiyeke cidî ye. Pergala performansê, qelsiyên aborî yên xebatkar dijîn, veguhestina di tenduristiyê de, dîtina nexweşan a wek kiryariyê, pirsgirêkên cidî ava dike.”
 
‘Hejmara xebatkaran kêm e’
 
Fatmayê bi lêv kir ku nexweşên dixwazin randevuyê bigirin, nêzî 2 mehan dora bijîşkan dipên û got: “Di demên dawî de bi lêpirsîna ewlehiyê re, bijîşk û pispor nayên tayînkirin û piştî ku xebatkarên tenduristiyê bi KHK’ê hatin îxrackirin şûnde, pirsgirêkek cidî nebûna personelan heye. Ji bajarên herêmê yên wek Agirî, Bedlîs, Muş û Colemêrgê nexweş tên û ji ber vê jî nexweşxane qels dimînin. Dema randevû tê girtin jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Divê demildest bijîşk bên tayînkirin, yên hatine îxrackirin paşve vegerin ser karê xwe.”
 
Fatmayê bal kişand ser serlêdanên ji bo beşa lezgîn tên kirin û got ev serlêdan carinan pêşî li pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedikin û got: “Berê mirov di tiştekî herî biçûk de nediçûn nexweşxaneyan. Mirovan bedena xwe, xweza nas dikirin. Bi xwezayê çareserî pêk dianîn. Mînak mirovek zêde ne giran be dikare bi rêbazên xwarin û vexwarinê bên dermankirin. Hinek rewşên ku çanda populer pêş xistine hene. Mirov ji televîzyonê der barê nexweşiyan de tiştan dibihîsin û tên nexweşxaneyan. Zêdebûna hejmarên li beşa lezgîn ji ber feraseta ku şaş hatiye pêşxistinê ye.”
 
Fatmayê bal kişand ser pirsgirêka nexweşxaneyên bajêr jî û got: “Bi fîrmayên ku pê re li hev kirine, garantiya ku di salê de çiqas nexweş tên, didin. Divê di polîtîkayên tenduristiyê de guherîn bên kirin.”