Li Herêma Federal a Kurdistanê 41 nexweşên AIDS'ê hatin tesbîtkirin

  • 12:57 1 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVNEDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristî ya Herêma Federal a Kurdistanê ragihand ku wan îsal li herêma xwe 41 kesên bi nexweşiya AIDS'ê ketine û diyar kir ku piraniya wan kesên ji derveyî Herêma Kurdistanê ne.
 
Bi minasebeta  Roja AIDS’ê ya Cîhanê, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê pêngava têkoşîna li dijî AIDS'ê ragihand. Di vê çarçoveyê de li nava bazara Hewlêrê, tîmên tenduristiyê ji bo testê dest bi wergirtina xwîna welatiyan kir. Herwiha wezaretê ragihand ku testa bê kir bê pere ye.
 
Li ser navê Wezîreta Tendirûstiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê Dr Saman Berzencî daxuyanî xwend û û wiha got:"Îsal li Herêma Federal a Kurdistanê 41 kesên bi nexweşiya AIDS'ê ketine hatine tesbîtkirin ku ji wan 39 kes biyanî ne û kesên ji derveyî Herêmê ne. Ji van kesên bi vê nexweşiyê du kes ji  Herêmê bûn.  Hinek ji wan kesên bi nexweşiya AIDS'ê ketine me şandin welatên wan û yên din jî li herêmê tên dermankirin."  
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku salane Herêma Federal a Kurdistanê beşdarî pêngavên têkoşîna li hemberî vîrosên metirsîdar dibe û hemû saziyên herêmê beşdarî pêngavên bi vî rengî dibin.