Ji bo Şukrana 13 salî banga alîkariyê: Ji bo neqla mejiyê hestî bexşa xwînê pêwist e

  • 10:22 30 Mijdar 2019
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Zaroka bi navê Şukran Demirel a 13 salî ji ber ev 4 meh in neqla mejiyê hestî nehatiye kirin li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide. Wezareta tendirustiyê hîn serlêdana ji bo neqla mejiyê hestî erê nekiriye. Dayika Şukranê, Helîmeyê wiha got:"Ji bo keça min bijî ez hêvî dikim ku serîlêdana me bê erêkirin. Heger xwîn bê dayin ew ê ji bo keça min neqla guncav a ji bo mejiyê hestî bê kirin."
 
6 sal berê li Enqereyê ji bo Şukran Demirel a 13 salî teşhîsa pençeşêra mejiyê hestî (Lenfositler) hat dayin. Ji ber ku di vê sala dawî de nexweşiya wê hatiye asteke pêşketî loma êdî derman jî fêda nakin. Şukranê ev 4 sal in li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li hêviya neqla mejiyê hestî ye. Wezareta tendirustiyê hîn serlêdana ji bo neqla mejiyê hestî erê nekiriye. Malbata Şukranê ji bo nexweşiyê mecbûr man ku ji Gundê Serespîyê yê Colemêrgê hatin Wanê. 
 
Dayika Şukranê, Helîmeyê wiha got:"Heta ku em gihaştin Wanê ew tirsa ku keça min ê jiyana xwe ji dest bide bi me re hebû. Keça min êdî nikare pêdivêyên xwe yên kesayetî bi cih bîne. Her di nava livînan de ye. Ez ji ber vê rewşê gelek xemgîn im. Ji ber vê rewşa Şukranê ez nikarim bi keçên xwe yên din jî eleqedar bibim. Ez ditirsim ku keçên min ên din jî heman dijwariyan bijîn. Heger ji bo serîlêdana mejiyê hestî wezareta tenduristiyê erê bike, keça min ew ê bijî."