Jinên Koma Voleybolê ya Cizîrê: Em dixwazin bigihên asta herî jor

  • 09:10 8 Cotmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên werzîşkar ên Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê ku ji bajarên cuda jî kesên hatine tevlî bûne, bi lêv kirin ku armanca wan ew e xwe bigihînin asta herî jor û wiha gotin: “Ji bo pêşxistina vê komê tişta ji destê me bê em ê bikin. Bi Koma Jinan a Voleybolê ya Cizîrê em ê bi ser kevin."  
 
Koma Voleybolê ya Jinan a  Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin banê Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê de ye di sala 2014’an de hatiye avakirin û xebatên komê ji wê rojê virde berdewam dikin.  Koma Voleybolê ku hejmara wê tim diguhere di 9 salên dawiyê de nêzî 400 kes di vê komê de hatine perwerde kirin. Her wiha hejmara Koma Voleybolê ya Cizîrê niha nêzî 50 kesî ye. Ji aliyek dinê ve jî ji gelek bajarên cuda gelek jin ji bo di Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê de bilêyzin hatine tevlî komê bûne. Jinên ku ji bajarên cuda hatine di Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê de dilêyzin ji me re axivîn.  
 
19 sal e bi awayekî profesyonel dilîze
 
Emel Demîrcîoglu ya ku 33 saliye dayika zarokekê ye 19 sale voleybolê dilîze. Emel, bi lêv kir ku di temenê zarokatiyê de eleqeya wê ya li hember voleybolê hebûye û wiha got: “Min ji temenê xwe yê zarokatî de ji voleybolê hez dikir. Ji ber vê jî min dest bi voleybolê kir û heta niha jî voleybolê dilîzim. Min cara yekem di Koma Eczacibaşi de dest bi voleybolê kir. 19 salin bi awayekî profesyonel dilîzim. Piştî Koma Eczacibaşi min  bi awyê yekemîn di gelek koman de cihê xwe girt û lîst. Komên wek Fenermahçe, Yalova, Şaredariya Şîşlî, Konya, Çanakkale, Manîsayê de cih girt û herî dawî jî niha di Koma Jinan a  Voleybolê ya Cizîrê de dilîzim. Heta niha di gelek koman de bûme yekemîn.”
 
‘Ez evîndara voleybolê me’
 
Emel, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber ji voleybolê gelek hez kiriye wê ji malbata xwe û zaroka xwe gelek carn bi tenê hiştiye û fêdekarî kiriye û ev tişt got: “Min malbat û zaroka xwe tenê hişt ji bo bêm li vir voleybolê bilîzim. Ez jî karê xwe gelek hez dikim. Ez evîndara voleybolê me.  Lê belê dema armancek mirov hebe mirov mecbûre ji hin tiştan fedekariyê bike. Lê ez ê di demekê nêz de keça xwe bînim ligel xwe. Ez ê hem di antremanan de bixebitim û hem jî li keça xwe binêrim. Xeyala min ew e ku di voleybolê de bigihîjim asta herê jor û Koma Voleybolê ya jinan a Cizîrê bigihînim cihekî baş.”
 
Werzîşkara herî ciwan
 
Lîstikvanekê din a voleybolê yek jî Eylul Tunca ye. Eylul a ku li Stenbolê dijî 15 sal in voleybolê dilîze û heta niha di gelek koman de cih girtiye û serkeftî ye. Eylul, da zanîn ku heta niha ji xeyrî voleybolê tu beşên din de nexebitiye û wiha domand: “Ez voleybolê ji hemû tiştan zêdetir hezdikim. Min dema dibistana navîn dixwend ji ber bejna min dirêj bû  mamosteyan ji bo voleybolê min hilbijartin. Piştre ji bo min pêvajoya voleybolê dest pê kir. Min heta niha di gelek koman de cih girt û bi ser ketim. Ez 15 salin voleybolê dilêyzim. Jiyana min bi tenê ji voleybol û dibistanê pêk tê. Ez diçim diibistanê û piştre ji bo voleybolê têm antremanan dikim. Her wiha em li vir bi tenê nebûn lîstikvanên voleybolê, her wiha em bûm malbat û hevalên hev jî.”
 
‘Ev cih ji bo min şansek mezin bû’
 
Eylul, di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Min koma Cizîrê berê nas nedikir. Lê hevalên min ên ku vir nas dikirin û ez hatim li vir min dest bi xebatan kir. Her wiha Koma Voleybolê ya jinan a Cizîrê di lîgê de bûbû duyemîn û ev jî ji bo min şansek mezin bû. Ez gelek bextewarim ku bi vê komê re dixebitim. Ev ji bo min şensek e.  Armanca min ew e ku baş bixebitim û di voleybolê de bibim lîstikvana herê baş. Her wiha ji bo Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê ji bo derbikeve asta herê jor em ê baştir bixebitin. Ji bo di voleybolê de baştir bibim çi ji destê min bê ez ê bikim.”
 
Ji 9 saliya xwe û virde voleybolê dilêyze
 
Di Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê de lîstikvana temenê wê herî biçûk Asena Sîmge Gul a ku 18 salî ye li Mêrsînê jiyaye di temenê xwe yê 9 salî de eleqeya wê bi voleybolê ji bo sporê dest pê kiriye. Asena Gul ji 9 saliya xwe vir de hem diçe dibistanê û hem jî voleybolê dilêyze. Asena Gul, ev tişt bilêv kir: “Ez xwendekara lîseyê me û niha ji bo zanîngehê xwe amade dikim. Ez niha di voleybolê de bi awayek profesyonel dilêyzim. Ez li gor temenê xwe gelekî dirêj bûm. Berê eleqeya min bi voleybolê tune bû.  Lê dema ez diçûm dibistana seretayî mamosteyên min pêşniyar kirin ji bo voleybolê de bilêyzim. Min di 9 saliya xwe de dest bi voleybolê kir û ji wî temenê xwe vir de bi voleybolê re eleqeder dibim. Her wiha ez ne bitenê bi voleybolê re eleqeder dibûm. Ez gelek beşên werzîşên de jî xebitîm û ji van werzîşan yek jî avjenî bû. Lê min xwe di voleybolê de baştir didît û pêşxist. Ez niha bi tenê bi voleybolê re eleqeder dibim.”
 
‘Dema hatim rojhilat gelek pêşdaraziyên min hebûn’
 
Asena Gul, di pêldayîna axaftina xwe de got ku wê dema dest bi voleybolê kiriye malbata wê jî piştgiriyek mezin daye wê û wiha behsa xebatên xwe kir: “Em niha li aliyê rojhilat dixebitin. Lê li vir di qada werzîşê de zêde jinên rojhilatî tune ne. Ez dixwazim ku hem jin û hem jî ciwan di qadên werzîşê de cihên xwe bigirin. Ji ber ku werzîş mirovan hem ji tiştên xirap dûr dike û hem jî jin di werzîşê de xwe dibîne. Min di temenê xwe yê 14 salî de bi awayek profesyonel dest bi lîstikê kir û heta niha min di gelek koman de cih girtiye. Ev du salin ez di koma voleybolê ya Cizîrê de cih digirim û dilêyzim. Dema hatim rojhilat gelek pêşdaraziyên min hebûn. Lê piştî ku ez hatim vir hemû pêşdaraziyên min ji holê rabûn. Ji ber ku ez Cizîrê wek warê xwe dibînim. Bi taybetî jî mirovên vê derê mirovên gelek baş û xwîn germ in. Ji ber ku hatim li vêderê jî gelek kêfxweş im. Di navbera Cizîr û Mêrsînê de gelek cudahî hene. Ji van yek jî qada werzîşê ye. Ji ber ku li vir werzîş pêşneketiye nêrînin gel li hember werzîşê jî cuda ne. Armanca me jî ew e ku vê nêrîna gel bişkînin. Ez xwe di werzîşê de dibînim û gelek kêfxweş im. Niha xebatên min ên li ser voleybolê berdewam dikin. Ji bo pêşerojê armanca min ew e ku xwe bigihînim cihên baş.”