Li Kobanê derbarê nexweşiya penceşêra sîngê de semîner hat dayîn

  • 17:55 6 Cotmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
KOBANÊ - Weqfa Jina Azad a herêma Firatê bi alîkariya desteya Tendirustiyê ya Kobanê bi dirûşma "Kontrolkirina laşê te, ewlehiya jiyana te ye" dest bi hemleya li dijî nexweşiya penceşêra sîngê kir.
 
Weqfa Jina Azad a herêma Firatê bi alîkariya desteya Tendirustiyê ya Kobanê bi armanca rêgirtina li pêşiya nexweşiya penceşêra sîngê bi dirûşma "Kontrolkirina laşê te, ewlehiya jiyana te ye" dest bi hemleyê kir. Ev hemlê dê mehekê dom bike. Dê semîner li hemû sazî û komînên Kobanê were dayîn.  Di semîneran de wê li ser çawaniya rêgirtina li pêşiya nexweşiya penceşêra sîngê ji aliyê bijîşkên têkildarî vê nexweşiyê ve were şirovekirin.
 
Di çarçoveya hemleyê de îro li navenda Weqfa Jina Azad a herêma Firatê ya Kobanê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de bi dehan jinên Kobanê amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Weqfa Jina Azad a herêma Firatê Emîne Muhemed bi xêrhatina jinan kir û wiha got: "Armanca me ji vê hemleyê ew e ku ji ber di dema dawiyê de nexweşiya penceşêra sîngê pir di nava civaka me de belav bûye, bi riya semînerên ku tên dayîn em karibin pêşiyê li vê nexwşiyê bigirin."
 
Bijîşk Cîhan Muhemed jî têkildarî nexweşiya penceşêra sîngê li ser sedemên derketina nexweşiyê û çawaniya parastina li hemberî vê nexweşiyê axivî. Cîhan  jin hişyar kirin û wiha got: “Ger ku we tiştekî bi guman di sîngên xwe de dîtin pêwîste yekser hûn berê xwe bidin bijîşkên têkildarî vê nexweşiyê.”
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.