Birîna lingan a diyabetîk, yek ji rîska herî girîng a nexweşiyê ye

  • 09:07 14 Tîrmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Doç Dr. Alper Şener diyar kir ku yek ji rîska herî girîng a nexweşiya diyabetê birînên lingan yên diyabetîkin û got rîska derketina birînên diyabetîk yên lingan a nexweşên şekir ji sedî 34 e.
 
Li Tirkiyeyê 11 mîlyon nexweş xwedî nexweşiya diyabetê ya ji ber bilindbûna şekir û xerabûna hevsengiya şekirê xwînê dertê holê ne. Ji sedî 34’ê nexweşan di bin rîska ku di lingê wan de birîn derkeve de ne. Ji ber vê di birîna diyabetîk de tiştekî biçûk yê sor dibe jî girîng e. Rehebûna birînan jî bê derfete û heta jêbûna organê diçe. 
 
Endamê Koma Xebata Lingan a Diyabetîk ya Komeleya Nexweşiyên Înfeksiyon û Mîkrobiyolojî ya Klînîk a Tirk û endamê Hîndekariya Beşa Zanista Nexweşiyên Enfeksyon a Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê Doç Dr. Alper Şener diya kir ku du mekanîzma dibin sedema birîna lingan.
 
'Damar dixetimin'
 
Alper wiha got: “Di encama bilindbûna şekir de, xesara sînîr dertê holê û bi vê re jî sînorê motor bi bandor dibe, avîbûna çerm xera dibe, çerm ziwa dibe, diqelişe û bakerî ji vir rehet dikevin hundir. Li aliyê din jî bi xesara sînor re hesta êş û germ-sar kêm dbe. Nexweşên şekir ji xwe runê xwîna wan bilinde û run di dîwarên damaran de tên cem hev û damarên biçûk an jî mezin dixetimin. Ji ber vê jî di çerm de birîn çêdibin. Xwe digihînin hestî û ev jî rîska ling a diyabetîk ava dike.”
 
'Bêhestibûna xesara sînîr peyda dibe'
 
Alper da zanîn ku nexweşên şekir di saeransê jiyana xwe de ji sedî 34 di bin rîska ulsera lingan de dimînin û wiha pê de çû: “ Li gorî lêkolînên li Tirkiyeyê hatine kirin bêhestiya bi xesara sînîr peyda dibe heta ji sedî 60’ê derdikeve. Ne tenê windabûna hest, di heman demê de şewitandin, derzîkirin û êş jî dertên holê. Ev dikare belav bibe jî, an jî di herêma sînîr de pêk bê.”
 
'Ji pêlavên teng xwe dûr bigirin'
 
Alper daxuyakirin ku di encama birîna ling a diyabetîk de dikare ling bê kirin û got mudaxaleya zû, birîna baş û lênerîna nexweş dikare pêşî li vê bigire. Alper destnîşan kir ku li cîhanê di ser 30 saniyeyî de amputasyonek lingê diyabetîk tê kirin. Alper hişyarî jî kir û wiha got: “Birîna lingê diyabetîk ji tenê ji diyabetê pêk nayê. Şekirê zêde, rûn û bikaranîna alkolê jî rê li ber vê dike. Tedbîrên girîng hene. Divê nexweş ji pêlavên teng xwe dûr bigirin. Divê li gorî lingên xwe pêlavan bigirin. Divê her roj lingên xwe kontrol bikin. Divê goreyên pembo bikin lingê xwe. Divê li birîna neynûnakan baldar bin.”