Jinên Amedsporê: Futbol navneteweyî ye

  • 09:03 7 Tîrmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Bêrîtan Canozer
 
AMED - Lîstikvanên jin ên Taximê Futbolê yên Amedsporê anîn ziman ku  futbol navneteweyî ye û gotin:"Divê di futbolê de cudatiya ziman, ol û nîjad neyê kirin. Em ê wekî Amedspor dev ji futbolê bernedin û her li sehayan bin."
 
Lîstikvanên jin ên Taximê Futbolê yên Amedsporê yên ku bi serkeftinên xwe navên xwe didin bihîstin di Lîga Yekem a sezona 2018-2019'an 
de bûn 7'emîn. Lîstikvanên jin ên Taximê Futbolê yên Amedsporê anîn ziman ku li bajarên ku diçin ji bo lîstina futbolê bi zayendperestî û nîjadperestiyê rû bi rû tên hiştin. Jinan anîn ziman ku ew ê ji bo sezonek din ew ê wekî lîstikvanên Amedsporê serkeftinên mezintir bi dest bixin. 
 
'Jin dikarin futbolê bilîzin'
 
Hêvîdar Odingit di Beşa Zanyariyên Werzîş û Perwerdeya Bedenê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwîne û 20 salî ye. Ev 10 sal in Hêvîdarê futbolê dilîze. Hêvîdarê da zanîn ku dema wê futbol lîstiye berteka ewil malbata wê nîşan daye lê tevî hemû bertekan wê dev ji futbolê bernedaye. Hêvidarê got:"Hinek kes dibêjin futbol tenê karê mêra ye. Lê ev ne wiha ye. Ger wiha be wê demê voleybol û basketbol jî divê tenê karê jinan be. Lê mêr jî di nava takimê voleybol û basketbolê dilîzin. Zayenda futbolê tune ye. Tenê civak wiha hîn bûye. Ev wekî mînaka "Jin nikare pantora li xwe bike, mêr dikare li xwe bike" ye. Heman zihniyet e. Lê me wekî jin di taximê futbolê de ev hilweşand. Jin dikarin futbolê bilîzin. Gelek jinên serkeftî û jêhatî di nava taximên futbolê de hene. 
 
'Ne sezonek adîl bû'
 
Hêvîdarê diyar kir ku wan sezona 2018-2019'an bi aweyekî dijwar li dû xwe hiştiye û got:"Zihniyeta ku dibêje 'Jin nikare futbolê bilîze' û zihniyeta ku ji ber ku em bajarê kurdan çûn bajarekî din ji bo em futbolê bilîzin, nîjadperestî kir, heman e. Di nava taximê me ji her ziman û nîjadî jin hene. Em bi zayendperestiyê û bi nîjadperestiyê rû bi rû hatin hiştin. Ne sezonek adîl bû. Di heman demê de em bi bêedaletiya hakiman jî rû bi rû man."
 
'Futbol ne tenê karê mêran e'
 
Lîstikvana Parastinê ya Taximê Futbolê ya Amedsporê Mehtap Ok a 19 salî diyar kir ku divê lîstina futbolê ya jinan ji aliyê civakê bê qebûlkirin û wiha got:"Dema me dest bi futbolê kir gelek kesî bertek nîşan da. Dema min digot ez di taximê futbolê de dilîzim digotin qey ez henekan dikim. Digotin 'Tu jin î çi karê te bi futbolê re heye, li mala xwe rûnê û paqijiyê bike'. Ev gotinan hîn dewam dike. Futbol ne tenê karê mêran e. Ez heta dawî li seheyan bim."
 
'Futbol navneteweyî ye'
 
Rojbîn Suer a 19 salî ya ku ji bo BESYO'yê amadekariyê dike wiha got:"Ji ber ku karê futbolê tenê wekî yê mêran tê dîtin ez gelek aciz dibim. Mêr di her qada werzîşê de cih digirin. Çima jin nikaribin cih bigirin? Em jî dikarin di hemû qadên futbolê de bilîzin. Kesek nikare dest me bide. Qansî bertekên neyînî me betekên erênî jî girtin. Divê di futbolê de cudatiya ziman, ol û nîjad neyê kirin. Em ê wekî Amedspor dev ji futbolê bernedin û her li sehayan bin."