Li Fransayê nexweşiya penceşêr zêde ye lê mirin ji kêm bûye

  • 10:03 4 Tîrmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora hevpar a Enstîtuya Penceşêrê ya Neteweyî ya Fransayê (INCa) û Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî, tevî ku hejmara mirovên li Fransayê bi penceşêrê ketine zêde bûye, rêjeya mirinê kêm bûye.
 
Li gorî raporê ku bûyerên penceşêrê yên navbera salên 1990-2018'an ên li Fransayê lêkolîn kir, li Fransayê ku nifûsa xwe 66 milyon mirov e, salane derdora 400 hezar nexweşên penceşêrê tên tespîtkirin. Tevî ku hejmara nexweşên penceşêrê zêde bûne jî rêjeya mirinê kêm bûye.
 
Li gorî raporê her çend hejmara mirovên bi penceşêrê dikevin zêde dibe, bi saya teşhîsa ku zû tê kirin gelek nexweşên penceşêrê ji nexweşiyê rizgar dibin. Sala 2018'an 58 hezar 400 nexweşên nû yên penceşêra sîngê hate tespîtkirin, ji sala 1990'î û vir ve rêjeya salane ya mirina mirovan ji ber vî cureyê penceşêrê bi rêjeya 1,3 kêm bûye. Tê gotin ku bi saya teşhîsa zû ya vê cûreyê penceşêrê rêjeya mirinê kêm dibe.
 
Li gorî raporê di navbera salên 1990-2018'an de hejmara mirovên ji ber penceşêrê salane her kêm bûye. Mirina ji ber penceşêra qirikê di nava mêran de salane derdora rêjeya 6,3 ji sedî, di nava jinan de jî 2,4 ji sedî kêm bûye.
 
Rêjeya mirina jinan a ji ber nexweşiya penceşêrê di cûreyê penceşêra tîroît de bi 3,4 ji sedî, di penceşêra malzarokê de 2,1 ji sedî kêm bû. Di nava mêran de jî mirina ji ber penceşêra lêv, dev û qirikê 3,5 ji sedî, ya mîdeyê 2,9 ji sedî û ya prostatê jî 2,8 ji sedî kêm bûye.
 
Li gorî raporê kêmkirina bikaranîna alkol û çixareyê di kêmbûna mirinê de bi bandor e.