‘ Li dijî êrîşa nîjadperest bersiva herî xweş bi şampiyoniyê da’

  • 09:15 30 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Rengî Azîzoglu
 
AMED - Lîstikvanên Tîma Futbolê ya 1955 Batman Belediyesporê piştî 5 salan şûnde wek şampiyon derket lîga jor. Demek berê lîstikvan  li Qeyseriyê bi hinceta Kurdî axivîn, rastî êrîşa nîjadperest hatin û bersiva herî baş jî bi şampiyoniyê dan.
 
Lîstikvanên Tîma Futbolê ya 1955 Batman Belediyesporê piştî 5 salan şûnde wek şampiyon ji lîga 3’emîn derketin lîga 2’emîn. Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyesporê ku wek tîma duyem a jinan ya herî zêde gol avêtiye tê zanîn, piştî qeyûman tevî butçeya wan hatibû birîn jî serkeftina xwe berdewam dikin. 
 
Zehra Acar 18 saliye û 5 sale di tîmê de dilîze. Zehra diyar dike ku ji zarokatiyê de bi futbolê dilîze û got: “Mamosteyên me komek ava kirin. 5 sale ez di vê tîmê de me. Dema me nû destpê kir em amator bûn. Me nedizanî ofsayt çi ye. Piştre me hêdî hêdî fê kir. Em pêş ketin. Civakê jî ewil ecip didîtin. Digotin ‘ma jin futbolê dilîzin. Lê piştre hîn bûn.”
 
‘Me têkoşîna xwe berdewam kir’
 
Zehrayê daxuyakirin ku serkeftinên mezin bidestxistine û gelek xelat girtine û wiha pê de çû: “ Me wek şampiyon di lîgê de rêza xwe derxist pêş. Bêguman ev tiştên xweş in. Tîm malbata min ya duyem e. Her tim ligel min in. Em rastî êrîşên nîjadperest hatin. Ji ber em Kurdî axivîn em giliyê hakem kirin. Hakemê me jî got ‘spor gerduniye, her kes dikare bi zimanê xwe biaxive’. Me pirsgirêkên din jî jiyan. Jin bixwazin bilîzin divê tu car xwe nedin alî.
 
‘Bersiva me şampiyonî bû’
 
Îpek Akin jî daxuyakirin ku 4 sale di tîmê de dilîze, ji biçûkatî de eleqeyê nîşan dide û got: “ Me nizanibû li Êlihê tîmek jinan jî heye. Ez bi saya mamosteyê xwe hîn bûm. Malbata min pişgiriyek mezin da min. Bi taybet bavê min her tim li gel min e. Futbol ne lîstika mêran tenê ye, jin jî dilîze. Ya herî baş jî jin dilîzîn. Ji ber em Kurdî axivîn em cuda dîtin. Lê me bi şampiyoniyê berisva xwe da.
 
Arjîn Erol jî 18 saliye û 4 sale futbolê dilîze. Arjînê destnîşan kir ku mamosteyên wê ew ecibandine û tevlî tîmê bûye û wiha got: “Ez berê qet nelîstibûm. Lê niha parçeyek mezin a jiyana min e. Em bûn malbatek. Ez ewil ditirsiyam. Bi saya mamoste û hevalan min tirsa xwe têk bir. Bila jin tu car xwe nedin alî û çi ji destê wan tên bila bikin.”