Sevgul Tekîn: Divê jin der barê reglê de perwerdehiyê bigirin

  • 09:12 30 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Hemşîre Sevgul Tekîn, li dijî êşa dema renglê tiştên divê bên kirin vegot û diyar kir ku jin ji ber ku der barê dema reglê de xwedî agahiyên kêmin, bi gelek nexweşiyan re tên rû hev û ji ber vê jî perwerdehî şert e.
 
Di dema reglê de tiştên divê bên zanîn, jiyana jinan hêsan dike. Jinek tenduristiya wê baş, beriya menopozê her meh vê dijî. Der barê reglê de jî gelek agahiyên şaş hene. Hemşîreya Welîdîna Jinan Sevgul Tekîn, tiştên der barê reglê de divê bên zanîn, ji ajansa me re nirxand. Sevgulê wiha got: “Gelek jin di dema reglê de ji ber ku wek şerm di civakê de tê dîtin, xwe nakin xwedî agahî. Jî ber vê jî di serî de xebatkarên tenduristiyê, dayik û hîndkarên dibistanê divê jinên ciwan di vê mijarê de bikin xwedî agahî.
 
Dema reglê
 
Sevgulê destnîşan kir ku dema reglê di navbera temenê 11-14’an de dest pê dike û wiha pê de çû: “Regil ji mehê carek tê dîtin. Ev di navbera salên 11 û 14 san de dest pê dike û heta jin bikevin menepozê berdewam dike. Bêguman ev dikare bikeve heta 9 salî jî.  An jî dikare di 16 salî de jî bê dîtin. Ger heta 16 salî jinek ciwan regl nebe, divê teqez biçe cem jînekologek.
 
Divê hîjyen hebe
 
Sevgulê daxuyakirin ku di dema reglê de hîjyen gelek gînge û divê pet herî kêm ji 4-6 saetan carkekê bên guhertin û ger jin xwe nerehet hîs dikin divê zûtir xwe biguherin.
 
Li dijî êşê dikare çi bê kirin
 
Sevgulê wiha berdewam kir: “Ji bo êşa reglê bê kêmkirin, mizdan, bi ava germ serê xwe şuştin û germkirina lingan gelek baş e. Ava germ divê raste rast li ser zik neyê pêkanîn. Ev dikare rewşeke di zik de ya wek îltîhabê zêde bike. Beriya reglê; zik biwerime, serî û pêsîr bêjin divê ji madeyên kafeînê mirov xwe dur bikin û tiştên bixwê bikar neynin. Divê bexdenuz bê xwarin, ixlamur, rezene bê bikaranîn. Di dema reglê de li dijî windabûna vîtamîna hesin jî divê goştê sor bê xwarin. Di dema reglê de hesin, magnezyum û vîtamîna B6 kêm dibe. Di vê demê de ji ber xwînbûnê , hesin zêde di laşê mirov de winda dibe. Di reglê de goştê sor, hêk, mirişk, masî gelek girîng û bi fêde ne.”