Nexweşiya ankîlozan spondîlît bi fetqa piştê re tevlihev dikin

  • 09:05 9 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Nîlay Şahîn diyar kir ku nexweşiya Ankîlozan spondîlît ya ku nexweşiyeke romantîzmal e, bi giştî bi nexşiya fetqa piştê re tê tevlihevkirin û der barê dermankirin û teşîsê de agahî da. 
 
Nexweşiya ankîlozan spondîlît (AS) ya yek ji nexweşiyên romantîzmal ya herî zêde tê dîtinê ye, li Tirkiyeyê ji her hezar kesî bi 5 kesî re tê dîtin. Di demên ewil de bijîşk jî vê nexweşiyê baş fam nakin û bi fetqa piştê re tevlihev dikin. Ev jî dibe sedema dermankirina şaş û bi salan didome. Seroka Beşa Zanista Pispor a Rehabîlîstasyon û Dermankirina Fîzîkî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Balikesîrê Prof. Dr. Nîlay Şahîn der barê nexweşiyê de axivî û got êşa di fetqa piştê de tê dîtin , di dema tevgerê de sivik dibe lê ger dema rune zêde bibe jî divê di mijara ankîlozan spondîlît de baldar bin.
 
'Ev nexweşî bi fetqa piştê re tê tevlihevkirin'
 
Nîlay Şahîn da zanîn ku ev nexweşî bi fetqa piştê re tê tevlihevkirin û got: “Ger êşa tê hîskirin tenê ya piştê be û li çîma û bi tevgerê zêde nebe wê demê divê mirov netirsin. Di rewşek wisa de êş divê hefteyekê de kêm bibe. Ligel vê ger êş bi şev we ji xew rabike, dema hun runin, rehet bikin êş zêde bibe û sibehan jî hun bi êşê rabin divê hun serî li doktor bidin. Cihên divê hun serlî lê bidin jî doktorê rehabîlîstasyon û dermankirina fîzîkî ye.”
 
Nîlayê daxuyakirin ku kes bi taybet wekê ku fetqa wan heye serî li doktor didin û wiha got: “Yanî sedema êşa bi tevgerê dertê holê vedibêjin. Ji ber vê ewil dibêjin fetq e. Di MR ya piştê de fetq bê dîtin ev nexweş bi mehan heta bi salan dibêjin fetqa wan heye. Lê nexweşiya Ankîlozan spondîlît cureyek êşa cuda ye. Ev nexweşî seranserê jiyanê didome. Bi dermankirinan hinek rehet bibe jî dem bi dem zêde dibe û bi giştî derbas nabe.”