Li germahiyê baldar bin

  • 09:02 2 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Hevseroka Komeleya SES’ê ya Amedê Gonul Adibeli, ji bo germahiya meha havînê gel hişyar kir û wiha got: “Ji bo tenduristiyê divê mirov di germahiyê de behtîr li paqijiyê baldar bin. Her wiha vexwarina avê jî di germahiyê de girîng e."
 
Hatina germahiyên di carekê de dibe sedema nexweşiyên cuda.  Hevseroka Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tendurîstiyê (SES) ya Amedê û her wiha perestyar Gonul Adibeli diyar kir ku divê mirov di meha havînê de xwe ji germê biparêze.
 
Bi germe re kîjan nexweşî rû didin?
 
Gunul li ser nexweşiyên ku bi germahiyê re rû didin rawestiya û wiha got: “Bi germahiyên ku di carekê de bandora xwe dikin  re nexweşî ji deriye xwe li me vedikin. Germahiyên zêde, dibin sedema nexweşiyên cuda, ên wekî tîfo, tansiyon, zikêş, îshalê û dibe sedema ku bi awayek hêsan girtina enfeksyonan jî.  Bi wê re nexweşiyên dil jî derdikevin holê. Di saetên ku herî zêde germahî heyî derketina li ber tavê xetere ye. Bi taybet jî tav ji bo çermên hesas xeter e û rê li ber nexweşiyên mayînde vedike. Ji germahiyê hêrî zêde zarok bi bandor dibin.”
 
‘Divê zêdetir av bê vexwarin’ 
 
Gonul, destnîşan kir ku divê zêdetir av bê vexwarin, ji ber ku di germahiyê de mirov av û mîneralê zêdetir winda dike û wiha bilêv kir: “Kêm vexwarina avê dibe sedema gêjbûn, jihevketina mîdeyê (firşik) yê. Xwarinên ne di wext de û ne paqij jî dibin sedema nexweşiyên giran. Ji bo tenduristiyê divê mirov li paqijiyê, xwarin û vexwarinê baldar be. Divê mirov ji xwarina birûn dûr bikeve. Li xwarinên giran û bi dohn baldar bin. Li şûna xwarinên bi vî rengî divê zebze û fêkiyên demsalî bên xwarin. Her wiha tişta herî girîng jî vexwarina avê ye.” 
 
‘Di gehmahiyê de paqijî girîng e’
 
Gonul, di dawiya axaftina xwe de bal kişan paqijiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gel hemû xalan, xala herî girîng jî paqijî ye. Ji bo tenduristiyê divê mirov di germahiyê de behtîr li paqijiyê baldar bin. Ew dibe sedema nexweşiyên mayînde û her wiha nexweşiyên ku belav dibin."