Li Wanê ji ber kêmasiya doktoran jin nikarin xizmeteke baş bigirin

  • 09:24 17 Nîsan 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Hamdiye Çîftçî
 
WAN - Seroka SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku li Wanê ji ber kêmasiya doktoran pisgirêkên mezin tên jiyîn û  jin xizmeteke baş nikarin bigirin.
 
Nifûsa li Wanê mîlyoneke derbas kiriye, gel di alî xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Her wiha her roj bi sedan welatî ji bajarên Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Muş, Îdîr û navçeyên wê tên Wanê ji bo nexweşxaneyan. Lê li bajar tenê Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê û Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Dursun Odabaşi ya Yuzuncu Yil heye. Ev jî hewcedariya gel bi cih nayne. 
 
‘Pirsgirêkên cidî tên jiyîn’
 
Seroka SES’ê ya Wanê Fatma Arslan balkişand ser kêmasiya doktorên welîdînê û nexweşiyên jinan û got ji ber nebûna doktoran jin pirsgirêkên cidî dijîn û wiha got: “Şopandina ducanî û dermankirinên peryodîk gelek girîngin. Bi taybet di demên dawî de nexweş nikarin randevuyê bigirin.”
 
‘Li Nexweşxaneya Welîdînê tenê 6 doktor hene’
 
Fatma anî ziman ku li nexweşxaneya welîdînê ya jinan a Wanê tenê 6 doktor hene û axivî: “Dema rêjeya zêdebûna welîdînê li ber çavan bê girtin ev pir kêm e. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêk çiqas cidiye. Divê rewşa doktorê ku rojê li 100 nexweşî dinêre jî li ber çavan bê girtin. Dema serlêdanên û rêjeya welîdînê li ber çavan bê girtin, xuya dike ku pisgirêk çiqas cidiye.”
 
‘Em bi mehan nikarin randevuyê bigirin’
 
Jina bi navê Ayten Gulmez jî da zanîn ku hejmara poliklînêkên welîdînê pir kêmin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Wanê hejmara doktorên nexweşiyên jinan pir kêm in.  Bi mehan em nikarin randevuyê bigirin. Sedema vê jî tunebûna doktorane. Em neçarin dimînin biçin nexweşxaneyên taybet. Ev jî butçeya me pir dide zorê. Nexweşiyên jinan gelek girîngin. Dibe sedema mirina jin û zarokan jî.”