Li kinbûna bejnê baldar bin

  • 09:15 15 Nîsan 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya di15’ê Nîsanê Roja Şopandina Mezinbûna Zarokan de Prof. Dr. Feyza Darendelîler diyar kir ku divê zarok navber bi navber bên şopandin û got di bin kinbûna bejnê de dibe ku nexweşî hebe. 
 
Di çarçoveya bernameya wezareta tenduristiyê de ya ji bo pêşketin û mezinbûna zarokan de her 15 Nîsanê ‘Roja Şopandina Mezinbûna Zarokan’ tê pîrozkirin. Ji Zanîngeha Stenbolê, Seroka Beşa Zanista Endokrînolojîk Pedîatrîk a Beşa Zanista Nexweşî û Tenduristiya Zarokan Feyza Darendelîler da zanîn ku pêvajoya mezinbûna zarokan din bin kontrola hinek bandorên cuda de ne. 
 
Fezayê wiha got: “Genên dê û bav bi bandorin. Her wiha ji bo mezinbûnek baş xwedîbûnek baş jî bi bandore. Wek hormona mezinbûnê gelek hormon jî li ser dirêjbûna bejnê bi bandorin. Her wiha divê hawira psîkososyal a zarok jî baş be. Di dirêjbûna bejnê de dibe hinek nexweşî hebin. Dirêjbûna zarok ji derveyê standartê teqez divê serî li doktoran bê dayîn.
 
‘Gelek sedemên kinbûnê hene’
 
Feyzayê daxuyakirin ku gelek sedemên kinbûnê hene û got: “Kinbûna bejna normal di civakê de pir tê dîtin. Bejna van zarokan kin e lê leza wan ya mezinbûnê normal e. Hinek dê û bavê wan jî kin in, faktorên kronîk jî hene. Faktorên derdorê jî li ser mezinbûnê bi bandorin. Yek ji sedemên din yên girîn jî xwedîbûnek baş e. Teşîs û dermankirina zû girînge. Di temenê zû de dermankirina hormana mezubûnê gelek girînge. Zarokên keç bi renglê re mezinbûna wan kêm dibe.”
 
Feyzayê der barê şûndeketina mezinbûnê de ev xal rêz kir;
 
*Zarok li gorî hevtemenê xwe kin bin,
*Zarok li gorî dê û bavê xwe gelek kin be
*Ger cil û bergên zarok du salan heman bimîne
*Bi çîm û mil re kinbûn hebe
*Li gorî hefteyê ducaniyê, kêm bê dinê
*Li gorî rêjeya mezinbûna zarok kêm mayîn
*Di rû an jî beden de daneyên cuda
*Tevî girtina kîlo kinbûna bejnê