Dermanê parastinê yê li hember nexweşiyan: Çaya Kombu

  • 09:10 10 Nîsan 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Çaya Kombu ya bi saya madeyên antîoksîdan li hember gelek nexweşiyan diparêze, por zindî dike, çerm xweşik dike, birînan baş dike, ji bo depresyonê jî baş e.
 
Çaya Kombu ji kuvarka bi navê ‘Kombucha’ tê çêkirin. Bi salan berê li Asyaya Rojhilat hatiye çêkirin. Çay bi kuvarka di çayê de hildibere ava dibe. Kuvark di çaya bi şekir de di nava demê de hildibere û li ser çayê belav dibe. 
 
Bakteriyê bi zirar yên beden winda dike
 
Tenduristiya roviyan diparêze. Ji ber madeyên antîoksîdan, probiyotîk, asîtên amîno pergala hemlê rehet dike. Di alî bakteriyên probiyotîk de dewlemend e. Pêşî li qelsbûn û emel digire. Bakteriyên bi zirar tune dike. Di alî asetîk asîtê de dewlemend e. Bakteriyên dibin sedema enfeksyonê tune dike. Ji bo kezeba sipî û reş baş e. Tenduristiya dil diparêze. Kolestrolê kontrol dike. Nexweşiyên dil diparêze.
 
Ji bo pençêra pêsîrê baş e
 
Wek çaya kes baş e. Ger bi rêk û pêk bê vexwarin, ji bo kontrola şekirê xwînê, şewitandina rûnê beden, prostat, pençeşêra kolon û pêsîrê baş e. Ji bo êşa hestiyan jî gelek baş e. Kezebê ji madeyên toksîk diparêze. 
 
Mîdeyê diparêze. Pêşî li gastrîk û ulserê digire. Ji bo çerm baş e. Por zindî dike. Vîtamîna B12 dihewîne. Ji bo deperasyonê baş e.
 
Çêkirina çaya kombu 
 
3 lître av bikelînin. Piştî wê bi qedeha avê qedehek û nîv şekir bikên. 5 deqeyan bi vi awayî bikelînin. Ji agir bigirin. Çaya poşet têxinê. 15 deqeyan bila dema xwe bigire. Piştî vê poşetên çayê derxînin û bila germa wê hinek bikeve. Kuvarkê bişon. Avê têxin tasek cam. Kuvarkê bixên. Serê wê bigirin. Bi destmalekê serê wê bigirin. 8 rojan bidin sekinandin. Di dawiya 8 rojan de bi kar bînin. Beriya taştê nîv saet berê hûn dikarin vexwin.