Pergala xweparastinê bi Hîbîskus xurt bikin

  • 09:02 9 Nîsan 2019
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serî de pençeşêr di civakê de nexweşî zêde bûne û gelek nebat jî di esasê de çavkaniya şifayê ne. Yek jî Hîbîskus e, bi rêjeyek bilind vîtamîna C tê de heye.
 
Hîbîskus, nebateke tropîkal a lîfa wê zêde ye. Navê wê yê zanistî Hîbîscus Sbdarîffa ye. Ev nebat ji nebatên Malvaaceae mallow e. Ev nebat li cihên germ, tropîk digihêje û ji 200’î zêdetir cureyê wê hene. Ji vê nebatê çay û gelek tiştên din hene. Ev çay ji bo bedena mirovan bi fêde ye. Çaya Hîbîscus di alî antîoksîdanan de bi fêde ye. Ev jî kalbûn-pîrbûnê kêm dike. Ji bo sermayê, germa laş, şewbê bi fêde ye. 
 
Fêdeyên wê
 
Ji bo hevsengiya şekirê xwînê, tansiyonê bilind baş e. Ji bo kolestrolê jî baş e. Pergala xweparastinê xurt dike. Şekirê xwînê sererast dike. Ji bo tansiyonê bilind bi fêde ye. Her wiha di alî vîtamîna C'yê de jî gelek bi fêde ye.