'Dermanên xwezayî dibe çareseriya hemû pirsgirêkên tenduristiyê'

  • 09:03 18 Sibat 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Şêrîn Zêrevan
 
HESEKÊ - Jinên ku li gundê jinê yê bi navê JINWAR'ê dimînin perwerdeya çêkirina dermanê xwezayî dibînin. Jinên ku perwerdeya çêkirina dermanên xwezayî dibînin dibêjin:"Dermanên xwezayî dibe çareseriya hemû pirsgirêkên tenduristiyê."
 
Li Gundê Jinê yê bi Nave JINWAR'ê gelek xebat û çalakiyên bingeha xizmeta civak û siberojê dike tên kirin.  Jinên ku li Gundê JINWAR'ê dimînin û perwerdeya çêkirina dermanên xwezayî dibîn gotin:"Tenduristiya mirovan gelek girîng e. Loma divê em her dem ji bo tenduristiyek baş bixebitin. Ev xebata ji bo tenduristiyek baş ji bo me gelekî hêja ye."
 
'Dermanên ku em ji gihayê çê dikin gelekî ji dermanên kimyewî çêtirin'
 
Jina ji Bajarê Serêkaniyê û bi navê Sakînê Salih wiha got:"Em ji nebatên xwezayî dermanên xwezayî çê dikin. Ev dermanên ku em çê dikin ji bo xwezayê gelekî baş e. Ji ber ku zivistanî nexweşî zêde dibe loma em bêtir niha dermanên ji bo nexweşiyên zivistanê çê dikin. Zarok jî gelekî nexweş dikevin lêvên wan dibin birîn. Dermanên ku em ji gihayê çê dikin gelekî ji dermanên kimyewî çêtirin."
 
'Min gelek dixwest ez dermanên xwezayî çê bikim'
 
Dayika du zarokan Emîra Mihemed a ji Gundê Hacoglî yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye û 1’emîn jina ku cihên xwe di Gundê Jinwarê de girtiye ye wiha got: "Ez gelek kêfxweş bûm ku ez di perwerdeyeke wiha bi feyde de cihê xwe digirim. Beriya niha jî min gelek dixwest  ez bi xwe dermanan çê bikim, min ev yek jî di gundê Jinwarê de pêk anî. Em van dermanan bi destên xwe çê dikin û dizanin ku me derman ji çi çê kiriye. Ji ber ku ev derman xwezayî ne ji bo tenduristiyê baştir in. Min di destpêkê de ji xwe re got ez ê çawa fêrî çêkirina dermanên xwezayî bibim. Min digot qey tiştekî geleke zehmet e û min ji xwe bawer nedikir, lê ez fêrî çêkirina gelek dermanên cuda bûm. Piştî ku min dît ku perwerde ewqasî  feyde dide min min xwest ku bi mehan dewam bike, da ku ez dermanan ji  zarok û derdorên xwe re  bi xwe  çê bikim."
 
Di dawiyê de Emîrayê bang li hemû jinan kir ku xwe fêrî çêkirina dermanên xwezayî bikin.